Di dosyaya Gulistan Dokû de kesekî din jî hat girtin
- 21:30 16 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM - Di encama lêpirsîna Gulistan Dokû de Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi jî hat girtin.
Di dosyaya xwendekara pola 2’yem a Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû de di 13’yê Nîsanê de di navê de kurê Waliyê Dêrsimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel jî hebûn 13 kes hatin binçavkirin. Serê sibehê ji wan 4 kes sewqê edliyê hat kirin û li dozgeriyê îfadeyên wan tên girtin.
Di encama îfadeyê de polîsê berê îtîrafkar Gokhan Ertok hat girtin. Her wiha piştî ku îfadeya Karmendê Îdareya Taybet a Navendê Erdogan Elaldi jî li dozgeriyê hat girtin û sewqê noberada dadgehê hat kirin. Dadgehê derbarê Erdogan Elaldide bi sûcê “mirina bi zanebûn” biryara girtinê da.
Li aliyê din ve jî bendewariya malbatê ya li ber Edliya Dêrsimê berdewam dike.







