Ciwanên mirina bi guman a Îlayda Zorlu protesto kirin hatin binçavkirin

  • 20:05 19 Nîsan 2026
  • Rojane
 
STENBOL- Polîsan êrîşî ciwanên ku xwestin li dijî mirina bi guman a Îlayda Zorlu bimeşin kir û gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin.
 
Jina ciwan Îlayda Zorlu duh li Hatayê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat zanîn ku polîs li malbata Îlayda geriyaye û gotiye Îlayda li zanîngehê tev li çalakiyan dibe. Li dijî mirina bi guman a Îlayda ciwanan li pêşiya Opereya Sureyya ya Kadikoyê ya Stenbolê kom bûn û xwestin bimeşin. Polîsan êrîşî ciwanan kir û gelek ciwan bi îşkenceyê hatin binçavkirin.