Tuncay Sonel hat girtin

  • 21:03 21 Nîsan 2026
  • Rojane
ERZIROM – Di çarçoveya lêpirsîna Gulîstan Doku de Tuncay Sonel hat girtin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna dosyeya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de Waliyê Dêrsimê yê berê Turcay Sonel ku hatibû binçavkirin îro li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin.
 
Tuncay Sonel piştî îfadeya dozgeriyê, bi sûcên “Delîlên sûc tunekirin, veşartin û gûherandin”, “pergalê astangkirin û tunekirin”, “ îhlalkirina jiyana taybet” û “belgeyên fermî xirapkirin û tunekirin” ve bi daxwaza girtinê sewqê dadgehê hat kirin.
 
Dadgehê, derbarê Tuncay Sonel de bi heman sûcan biryara girtinê da. Her wiha di encama bertekan de Tuncay Sonel bi kelepçeyê ji edliyê hat derxistin.