Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo 1'ê Gulanê bang

  • 12:59 23 Nîsan 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya li Qada Stasyonê banga tevlîbûnê kir. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku daxwazên li ser ked, aştî û demokrasiyê wê bêne ziman.
 
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi wesîleya 1'ê Gulanê Cejna Kedkar û Karkeran li avahiya DÎSK Genel-Îşê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniya ku bi dirûşma "Ji bo civaka demokratîk em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin" hate lidarxistin, nûnerên gelek saziyan amade bûn.
 
Hevserokê Şaxa Hejmara 2'emîn a DÎSK Genel-Îş a Amedê Behcet Barût bi navê platformê axivî û anî ziman ku krîza aboriyê, karê ne ewle û enflasyono kedkar xistiye nava mercên giran. Barût diyar kir ku 1'ê Gulanê ne tenê cejnek e, di heman demê de "Banga ji bo hesabpirsîna dîrokî û veguherînê ye."
 
Behcet Barût ragihand ku ew 1'ê Gulanê ya îsal bi atmosfera banga "Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber Apo pêşwazî dikin û destnîşan kir ku têkoşîna kedê û aştiya civakî ji hev cuda nabe.
 
Behcet Barût got, "Heta ku aştî nebe, ked azad nabe, heta ku demokrasî nebe wekhevî û edalet pêk nayê."
 
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li hemberî polîtîkayên şer pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji bo têkoşîna kedê, azadiya jinan û ekolojîk zemîneke hevpar e û got, ev pêvajo ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd her wiha dikare li Tirkiyeyê ji bo gelan derî li jiyaneke azad û wekhev veke.
 
Platformê ji bo mîtînga 1'ê Gulanê ya li Qada Stasyonê banga tevlîbûnê kir û got, wê daxwazên li ser ked, aştî û edaletê li qadan bê bilindkirin.