Li Stenbolê meş: Em li dijî qirkirina jinan di serhildanê de ne

  • 21:08 26 Nîsan 2026
  • Rojane
STENBOL - Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku Edalet, diyar kirin ku ji bo mirinên bi guman yên jinan bên ronîkirin  wê têbikoşin û wiha gotin: “Em li dijî qirkirina jinan di serhildanê de ne.”
 
Komîsyonên Ji bo Rojîn Kabaîş û Gulîstan Doku Edalet, bi dirûşmeya ‘ji Gulîstan Doku heta Rojîn Kabaîş em ê edaletê pêk bînin’ li ber Operaya Sureya ya Kadikoyê hatin gel hev û heta qada Kahlkedon meşiyan.  Jinan dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana jinan’ berz kirin.
 
Dildara komîsyona Gulîstan Doku, Şeyma Çoban da zanîn ku ew ji bo mirinên bi guman yên jinan bên ronîkirin têkoşîna xwe didomînin û got  ew li dijî qirkirina jinan, bêdeng nemînin.
 
Şeyma Çoban balkişand ser geşedanên di dosya Gulîstan Doku de û got bi salan gumanbar hatine parastin, delîl hatine reşkirin û got geşedana hatiye jiyîn jî di encama têkoşîna bi israr a jinan de hatiye jiyîn. Şeyma Çoban daxuyakirin ku ew hîna jî îro bi edaleteke qels re rû bi rû ne û got divê di dosya Gulîstan Doku de lêpirsîn bê berfirehkirin.
 
Çalakî bi dirûşmeyan bidawî bû.