Mihrîcana Şanoyê ya Amedê bi coşek mezin didome
- 21:03 29 Nîsan 2026
- Çand û Huner
AMED – 11’êmîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê di roja 8’emîn de bi coşek mezin berdewam kir.
11’emîn Mihrîcana Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê organîzekirin, di roja 8’emîn de berdewam dike. Di nava rojê de ku bernameyên cûda hatin lidarxistin, beşdariya welatiyan jî zêde ye. Li Parka Koşuyolu ya Rezanê lîstika bi navê “Hop-Hop” ku derhênerê wî Simone Romanò e, hat nişandan. Gelek welatî û zarok ku tevlî lîstiikê bûn, demên bi coş hatin jiyîn. Di lîstikê de peyama bi rêya zimanê laş ve empati kirin, hat dayîn.
Her wiha lîstika bi navê “War Diaries” ku derhênerê wî Nadia Migdal û Uri Fahndrich e, li Eywana Sînemayê ya ÇandAmedê hat nişandan. Lîstîkvanên ku nekarin vîze bigirin, bi rêya videoya zindî lîstika xwe pêşkeş kirin. Di dema lîstikê de gelek temaşevan tevlî bûn û demên xweş jiyan.
Mihrîcan dê sibê jî bi bernameyên cûr bi cûr berdewam bike.







