Ji Tevgera Apoyî daxuyaniyeke girîng li ser pêvajoyê
- 08:32 5 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Tevgera Apoyî têkildarî salvegera yekemîn a fesixkirina PKK'ê û qonaxa heyî ya pêvajoyê daxuyaniyeke girîng da.
Rêveberiya Tevgera Apoyî têkildarî salvegera yekemîn a kongreya fesixkirina PKK’ê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Hat zanîn ku rêveberên payebilind ên Tevgera Apoyî beşdarî civîna çapemeniyê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bûne.
Di civînê de têkildarî rewşa niha ya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk daxuyaniyên girîng hatin dayîn.
Rêber Apo 27’ê Sibata 2025’an bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk banga fesixkirina PKK’ê û bi dawîkirina stratejiya têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê kiribû.
PKK’ê 5-7’ê Gulana 2025’an Kongreya xwe ya 12’yan lidar xistibû û ragihandibû ku PKK’ê hebûna xwe ya rêxistinî fesix kiriye.
Hate diyarkirin ku di civîna çapemeniyê ya îro de, nirxandina pêvajoyê ya salekê jî hatiye kirin.
Agahiyên berfireh wê bên…







