KJAR ji bo Şîrîn Elemhûlî daxuyanî da

  • 11:00 9 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê bi boneya 16’emîn salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê daxuyaniyek belav kir û û got: "Em bang li hemû jinan, saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan, medyaya serbixwe û wijdanê zindî yê cîhanê dikin ku li hemberî vê xeleka mirinê, çalakiyên xwe yên ji bo rawestandina darvekirinan berfirehtir bikin."
 
Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi boneya 16’emîn salvegera darvekirina Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan daxuyaniyek belav kir.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Di demekê ku em dikevin 16’emîn salvegera darvekirina hevalên xwe Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan de, li aliyekê êrişên rejîma Komara Îslamî ya Îranê yên li dijî azadîxwazan û bi taybetî li dijî girtiyên siyasî zêde dibin, li aliyê din jî têkoşîna civakê roj bi roj berfirehtir dibe.
 
Wek KJAR şehîdên 9’ê Gulanê em bibîrtînin. Şehîd Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê, bi têkoşîna xwe jiyaneke bi wate pêşkêşî civakê kirin.
 
Her yek ji van hevrêyan, ber bi rêyekê ve gav avêtin û ji bo gihîştina armancekê têkoşiyan ku piştre di şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de deng veda. Dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku Şîrîn Elemhûlî li ser dîwarê girtîgehê nivîsandibû, felsefeya jiyana wê bixwe bû.
 
Şîrîn Elemhûlî ji bilî ku girtiyeke siyasî bû, ew sembola nifşekî jinên Kurd û jinên azadîxwazên Îranê bû ku li hemberî heqaret, cudakarî û zordariyê serî netewandin. Dengê vê têkoşerê di serhildanên kolanan ên salên 1401 (2022) û 1404’an (2025) de û di daxwaza dadperweriyê ya Dayikên Aştiyê û têkoşeran de deng veda. Îro jî berxwedana jinên siyasî yên wekî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û girtiyên din ên siyasî, ji çanda ‘Berxwedan Jiyane’ ku Şîrîn Elemhûlî û hevalên me yên din bawerî pê anîbûn, çavkaniyê digire.
 
Ferzad Kemanger, ew mamostayê ku bi helbest û nivîsên xwe wêjeyek nû anî nav têkoşîna girtîgehê, wêjeyek ku tê de jiyan binirxtir û biwatedartir dibe. Nivîs û helbestên vî mamostayê azadîxwaz, xwendevanên wisa perwerde kirin ku di salên borî de di polan de sirûda azadiyê dixwendin. Darvekirina Ferhad Wekîlî û Elî Heyderiyan, mirina siyaseta Komara Îslamî bêhtir eşkere kir. Ew di dilê gel de nemir bûn. Girtiyên siyasî yên azadîxwazên Kurd bi çalakiyên xwe nîşan dan ku çiqasî baweriya wan bi jiyaneke azad û demokratîk heye û ji bo wê têdikoşin.
 
Ezmûna deh salên borî nîşan daye ku Komara Îslamî, cezayê darvekirinê wekî amrazekî siyasî ji bo parastina desthilatdariya xwe bi kartîne. Ji serdemên bi xwîn ên zordariyê heta îro, bi hezaran mirov tenê ji ber raman, nerazîbûn, çalakiyên siyasî, parastina mafên gel an jî daxwaza azadiyê, bi cezayê mirinê re rû bi rû man. Zêdebûna berbiçav a darvekirinan, bi taybetî piştî serhildanên gelan, nîşan dide ku hikûmet hîn jî hebûna xwe di zordarî û avakirina tirsê de dibîne.
 
Îro, di rewşek ku çavê cîhanê li ser qeyran û şerên herêmê de, hejmara darvekirinan li Îranê her ku diçe zêde dibe û gelek girtiyên siyasî, xwepêşander û welatî di bin metirsiya pêkanîn cezayê mirinê de ne. Bêdengiya li hemberî vê sûcê, tenê rê li ber dubarebûna wê hêsantir dike. Ji ber vê yekê, KJAR bang li hemû jinan, saziyên sivîl, rêxistinên mafên mirovan, medyaya serbixwe û wijdanê zindî yê cîhanê dike ku li hemberî vê xeleka mirinê, çalakiyên xwe yên ji bo rawestandina darvekirinan berfirehtir bikin.
 
Na ji bo darvekirinê, erê ji bo jiyana azad
 
Jin, Jiyan, Azadî”