Îtîraza Baroya Wanê encam da: Dê rêveberiya wargehê bê lêkolînkirin
- 13:32 7 Gulan 2026
- Hiqûq
WAN - Serlêdana Baroya Wanê ya li dadgehê ku ji bo lêpirsîna rêveberiya wargehê ku di mirina gumanbar a Rojin Kabaiş de bi îhmalkariyê tê tawanbarkirin, hat qebûlkirin.
Baroya Wanê li dijî biryara Lijneya Rêveberiya Bajarê Wanê ya nedayîna destûrê ji bo lêpirsîna rêveberiya wargehê ku di mirina gumanbar a Rojin Kabaiş a xwendekara Zanîngeha Yüzüncu Yıl (YYÜ) de bi îhmalkariya gira tê tawanbarkirin, serî li Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erziromê da. Dadgehê îtîraza Baroyê qebûl kir.
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz biryara dadgehê li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal parve kir û got, "Di lêpirsîna mirina Rojin Kabaiş de, biryara Lijneya Rêveberiya Bajêr a Wanê ya nedayîna destûra ji bo lêpirsînê, tevî xeletî û îhmalkariya rêveberiya wargehê, piştî îtîraza me ji hêla Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Erziromê ve hat betalkirin û em vê yekê bi rêzdarî radigihînin."
Ji aliyê din ve, malbat û parêzerên Rojin Kabaiş ku duh bi Wezareta Dadê re civiyan, ji aliyê wezaretê ve hatin agahdarkirin ku dê xebat bê kirin û komîsyona ku hatiye avakirin dê piştgiriya teknîkî ya têkildar bide rayedarên herêmî yên ku lêpirsînê dikin.







