Ji SZPÊ pîrozbahiya Cejna Zimanê Kurdî
- 13:58 14 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidxanê (SZPÊ) 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û ji Êzidiyan xwest, bi zimanê xwe bi biaxive, binivîsîne.
Saziya Ziman û Perwerdeyê ya Êzidxanê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyameke pîrozbahiyê weşand û xwest bi axaftin, xwendin û nivîsê zimanê dayikê were parastin û pêşvebirin.
Peyama SZPÊ wiha ye;
"15’ê Gulanê roja zimanê me ye. Roja ku em bi rûmet û hezkirin zimanê xwe pîroz dikin. Ziman nasnameya gelan e, dîrok, çand û hestên me di nav peyvan de dijîn.
?Em divê zimanê xwe biparêzin, bi wî biaxivin, binivîsin û ji nifşekê ji bo nifşekî din veguhezînin. Zimanê Kurmancî sembola hebûna me ye û hêza yekîtiya me ye. Her peyveke Kurmancî dengê dîroka me ye.
'Ziman nasnameya me ye'
Îro, li her qadên jiyanê; li serê çiyayan, di nava kolanên bajaran de û di saziyên me yên çandî de, parastina ziman tê wateya parastina rûmetê. Zimanê Kurdî, bi hemû zaraveyên xwe, dewlemendiya vê axê ye.
??Em vê roja pîroz li hemû mamosteyên zimanê dayîkê, nivîskar, kedkarên ziman, hemû malbatên ku bi taybet zarokên xwe bi vî zimanî mezin dikin û perwerde dikin pîroz dikin. Divê em ji bîr nekin ku her peyveke Kurdî ya ku em fêr dibin yan jî fêrî zarokên xwe bikin, wê kevireke ji bo avakirina hîmê jiyanake azad be. Zimanê Kurmancî, nan û ava me ye; bêyî wî ruhê me tî û birçî dimîne.”
?
Cejna Zimanê Kurmacî li her kesî pîroz be!"







