Cejna Zimanê Kurdî: Statûya kurdî û perwerdehiya bi kurdî

  • 15:33 15 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di daxuyaniyên ku bi munasebeta Cejna Zimanê Kurdî hatin dayîn de ji bo statuya fermî ya Kurdî bang hate kirin û hate gotin: “Em civaka demokratîk li dora zimanê Kurdî ava bikin.”
 
Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk, bi minasebeta 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Zikmakî bi dirûşma “Statûya Kurdî-Perwerdehiya bi Kurdî” li gelek bajaran çalakî li dar xistin û daxuyanî dan çapemeniyê. 
 
Erzirom 
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Erziromê, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Erziromê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Statuya Kurdî perwerdeya bi Kurdî (Statuya Kurdkî perwerdeyo bi Kurdkî)” hate hilgirtin. Di daxuyaniyê de Berdevkê Rêxistinkirinê yê DEM Partî ya Erziromê Yavuz Karabudak axivî û anî ziman ku perwerdeya bi Kurdî mafê herî xwezayî yê Kurdan e û ev tişt got: “Di rojek wiha girîng de, em bang li jin, ciwan, kedkar û rewşenbîrên ku ji bo ziman û nasnameya me têdikoşin, dikin. Bibin hêza avakar ê civaka demokratîk, berpirsiyariyê li xwe bigirin em civaka demokratîk li dora zimanê dayikê bi hevre ava bikin.”
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
 
Mûş 
 
Rêxistina DEM Partiyê ya Kopê, li avahiya partiyê daxuyanî da. Gelek welatî beşdarî daxuyaniyê bûn û metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka DEM Partiyê ya Kopê Leyla Guneş Eser ve hate xwend. Leyla Guneş Eserê anî ziman ku zimanê dayikê nasnameya wan e û Kurdî zimanê herî qedîm ê Mezopotamyayê ye.
 
Daxuyanî bi dirûşma “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.
 
Amed 
 
Xwendekarên Hevgirtina Xwendekarên Azad ên Dîcleyê li zanîngehê daxuyanî dan û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê da pankarta “Dar li ser koka xwe mirov li ser zimanê xwe şîn dibe” hate daliqandin. Metna daxuyaniyê ji aliyê xwendekara zanîngehê Meral Zeytun ve hate xwendin. Piştî daxuyaniyê xwendekaran stranên Kurdî stirîn û govend gerandin.  
  
 
Di daxuyaniya ku hevpar hatî dayîn de wiha hat gotin: 
 
"Ev roj, an ku 15'ê Gulanê, bi armanca parastin û pêşxistina zimanê kurdî û bilindkirin û berfirehkirina têkoşîna ji bo zimanê kurdî, di sala 2006'an de wek 'Cejna Zimanê Kurdî' hat îlankirin. Ev roj, ji wê rojê heta niha, her sal bi bername û çalakiyên cur bi cur tê pîrozkirin.
 
Wek tê zanîn ji sed salan zêdetir e di encama hişmendiya dewletê ya tirkperestiyê de, bi awayên cuda li ser li ser ziman, çand û nasnameya kurdî bişaftin, zext, zor û pekûtiyên cur bi cur tên meşandin.
 
Di sedsala 21'êmîn de, hê jî li ser me kurdan, bi taybetî li ser milyonan zarokên kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin, zimanê tirkî û tirkîtî li ser kurdan û zarokên kurd tê ferzkirin, zarokên kurd bi perwerdehiya bi tirkî tên bişaftin û helandin. Di encamê vê yekê de, bi milyonan zarokên kurd ji ziman, çand û nasnameya xwe dûr ketine û hê jî dûr dikevin. Li gor peyman û pîvanên navneteweyî, ev pêkanînên bişaftinê sûcekî giran ê li dijî mirovahiyê ne.
 
Neteweya kurd ji destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê heta vê demê, bi helwest û nezîkatiyên dewletê yên wekî tunehesibandin, bişaftin û tunekirin re rû bi rû maye. Bêguman, ji destpêkê heta dawiyê li dijî van nêzîkatiyên hov nerazîbûnên xwe bi têkoşîna xwe nîşan daye û heta niha jî têkoşîna xwe didomîne.
 
Wek hemû gel û neteweyan, neteweya kurd jî ji bo parastina ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî bi salan e têkoşîna li her qadê dimeşîne. Di bingeha hemû têkoşînên neteweyî de, di serî de daxwaza azadiya ziman û çandê heye. Di têkoşîna neteweya kurd de jî azadiya ziman û çanda kurdî sedema sereke û bingehîn a têkoşînê ye.
 
Neteweya kurd herî dawî, bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ wekî hemû nîqaşên li ser civakê yên din, nîqaşên pêşîlêvekirina astengiyên li pêşiya azadî, statu û perwerdehiya bi zimanê kurdî, têkoşîn û xebatên ji bo kurdî yên civakî gihandin merheleyeke nû. Asta hewldan û xwedîlêderketina li kurdî xurt kir. 
 
Divê em bi taybetî destnîşan bikin ku banga Rêber Abdullah Ocalan di heman demê de bûye sedema zindîkirina giyanê neteweyî û civakeke azadîxwaz, aştiparêz û demokratîk. Biserxistina têkoşîna vê pêvajoyê dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statû, mafê siyasî û hiqûqî veke. Ji bo pêkhatina van jî em ê di asta herî bilind de xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin, têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirin û xurtkirina zimanê kurdî ji her demê zêdetir berfireh bikin.
 
Ziman, stûna bingehîn a neteweyan e. Ziman mirovan dike mirov, neteweyan dike xwedî nasname. Nasîna zimanê dayikê û perwerdehiya bi zimanê dayikê jî xurtkirin û mayîndekirina ve stûnê ye.
 
Ji ber vê rastiyê em careke din diyar dikin ku; ji bo welatekî demokratîk û aram, divê hemû zagon û kiryarên ku li pêşiya azadiya zimanê kurdî asteng in bên sererastkirin, zimanê kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê, li hemû cih û warên jiyanê serbest û azad be. Ji bo vê jî divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin.
 
Helbet ji bo pêkhatina vê yekê jî; em hemû sazî û dezgehên kurdî, partî, sazî û derdorên kurd û demokratîk ji aliyekê ve dê bi dirûşma “Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî” têkoşîna xwe ya civakî bilindtir û berfirehtir bikin, ji aliyê din ve jî dê têkoşîna belavkirina hişmendî, rêxistinkirin û sazkirina zimanê kurdî ya di nava civakê de têkoşîna xwe bilindtir û berfirehtir bikin.
 
Em wek neteweya kurd, dê tu car jiyaneke bêyî ziman, çand û nasname, ku hêmanên statuya siyasî ya gelê kurd in qebûl nekin.
 
Ji bo ku ev daxwazên me kurdan pêk bên em kurd dê ji her demê zêdetir têkoşîna xwe ya mafdar û rewa bi biryar bidomînin.
 
Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya gelê xwe dikin, em bi hev re têkoşîna xwe ya ji bo zimanê xwe, bi giyanê neteweyî bilindtir bikin, her derê bikin mal, xan û dibistanên kurdî; kurdî hîn bibin, hîn bikin, bidin hînkirin û hemû jiyan, têkoşîn, xebat û têkiliyên xwe bikin kurdî."