Neslîhan Acar: Hewcedarî bi têkoşîneke jin û kedê ya xurt heye
- 09:02 18 Hezîran 2026
- Rojane
Melîke Aydin
STENBOL - Neslîhan Acar diyar kir ku pirsgirêkên jinan, xizanî û karkeran yên li Tirkiyeyê ne tenê binpêkirina maf e, prisgisrêka rejîma heyî ye û got hewcedarî bi têkoşîneke jin û kedê ya xurt heye.
Li Tirkiyeyê bi banga 29 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar û nivîskaran Konferansa ‘Veguherîna Demokratîk a Komarê ya di Sedsala Duyemîn’ de pêk hat. Seroka Giştî ya Sendîkaya Karkerên Depo, Lîman, Tersane û Behrê (DGD-SEN) Neslîhan Acar ji ajansa me re der barê pirsgirêkên ku kedkar, jin û xizan dijîn de nirxandin kir. Neslîhan Acar da zanîn ku pisgirêkê karker, jin û xizan dijîn ne tenê binpêkirina maf e,encam rejîma heyî ye. Neslîhan Acar Hewcedarî bi têkoşîneke jin û kedê ya xurt heye.
‘Welatibûn ne tenê statuyeke hiqûqiye’
Neslîhan Acar di axaftina xwe de got îro her kes dibêje ‘ev dewlet li ku derê ye?’ û ev jî di esasê de nîşan dide ku mafê welatibûnê çawa ji holê hatiye rakirin û ev tişt anî ziman: “Di qadên cuda yên civakê de maf tune dibin. Nîqaşa welatibûnê tenê bi mafên destura bingehîn sînor nîne. Em van dijîn, em ne welatî ne? Em kole ne?Ev pirsgirêk ne tenê di berxwedanên karkeran de, di hemû aliyên civakê de xwe dibîne. Welatibûn ne tenê statuyeke hiqûqî ye. Di navenda pênasekirinên welatibûnê de perwerde, starbûn, ewlehî û xwedîbûn heye. xizanî û karkerî divê bi rejîma cudakariyê re bê nirxandin.
‘Ev pirsgirêka rejîmê ye’
Neslîhan Acar diyar kir ku veguherînên li Tirkiyeyê tên kirin tenê ji ser sererastkirinên hiqûqî nayên vegotin û wiha domand: “Divê bi têkiliyên aborî û siyasî bên nirxandin. Li şûna sernav wek mafê destura bingehîn an jî maf bê nîqaşkirin, ev pirsgirêkeka rejîmê ye. Veguherîna di rejîmê de bi zehmetiyên li pêş maf pêş dikeve. Bingeha sizûmaniyê ji têkiliyên hilberînê yên kapîtalîzma global cuda nayê dest girtin.Tirkiye îro raste rast bi hilberîna global û emperyalîzmê ve girêdayî ye. Ev guherîn di civakê de bi mekanîzmayên hilberîn û zextê tê meşandin. Heta ev neyên fêmkirin berxwedan û têkoşîna mamosteyên sektora taybet jî nayên fêmkirin.”
‘Karker hewl didin xwe bigihînin mafên xwe’
Neslîhan Acar got pergala aboriyê karker ji mafên wan dur xistine û wiha bi lêv kir: “Peydakirina hewcedariyên sereke yên wek starbûn, xwedîbûn û perwerdê her diçin zehmet dibin. Karker îro 16-17 saetan dixebitin ku xwe bigihînin mafên xwe.Pirsgirêkên karkeran ji yên civakê cudatir nayên nirxandin. Ya me tîne gel hev hecedarî û daxwazên esas in. Li dijî van pirsgirêkan em dikarin xeta têkoşîneke hevpar bimeşînin.”
Mînaka Dîlovasi
Neslîhan Acar diyar kir ku mirinên karkeran û şertên xebata bê ewle rejîma kedê ya Tirkiyeyê datîne holê û balkişand ser cînakera kar a li Dîlovasi: “Komkujiya karkeran a Dîlovasi mînaka herî şên ber a rejîma kedê ya welate.Karkerên jin bi saetan bi heqdestekî kêm hatin xebitandin. Karkerên jin li wir 12 saetan bi 800 lîra dihatin xebitandin. Pir caran 26 rojan di bin 15 hezarî de dixebitin. Ev tablo ne tenê binpêkirina kedê ye heman demê de bi pêvajoyên xizaniyê re jî pêş dikevin. Pirsgisrêkên jinan ji pergala heyî serbixwe nîne. Xizaniya jinê û keda jinê yek ji pirsgirêka giran a Tirkiyeyê ye. Divê rêxistinbûna jinê û têkoşîna çînî bi hev re bê dest girtin. Divê zemîneke ku jin bi ewle bikaribin têbikşin bê avakirin.”







