Li Stenbolê biserdegirtina malan

  • 10:06 5 Tîrmeh 2026
  • Rojane
STENBOL - Li Stenbolê di serdegirtina malan de Seroka Şaxê Stenbolê ya ÇHD'ê Ezgî Onalan jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.
 
Komeleya Hiqûqnasan a Hemdem (ÇHD) ragihand ku Seroka Şaxê Stenbolê ya ÇHD'ê parêzer Ezgî Onalan serê sibehê di serdegirina mala xwe de hate binçavkirin. Di daxuyaniyê de ku li ser medya dîjîtal hate weşandin, hate ragihandin ku gelek kes bi serdegirtinên di heman demê de hatin binçavkirin.
 
Daxuyaniya ÇHD'ê bi vî rengî ye: "Seroka me ya Şaxê Stenbolê parêzer Ezgî Onalan serê sibehê di operasyona polîsan de li mala xwe hate binçavkirin. Bi hevdemî gelek muwekîl jî hatin binçavkirin. Bila dawî li operasyonên siyasî bê anîn ku ji bo bexçeyekî gulan ê bê sitirî bide NATO'yê têne kirin."
 
Li gorî agahiyan, parêzer Ezgî Onalan û 15 muwekîl hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Vatanê, lê li ser hinceta binçavkirinê agahî bi dest neketin.
 
Îzmîr 
 
Ji Tevgera Zanîngeha Azad 5 xwendekar ji bo rabûna li ber Civîna Bilind a NATO'yê ya 7-8'ê Tîrmehê bê lidarxistin ber bi Enqereyê ve bi rê ketin. Dema ku ji Îzmîrê bi rê ketin, di dema kontrola Agahiyên Giştî (GBT) de hatin binçavkirin.