Azadiya Welat bi manşeta ‘Tirkiye plana çi dike’ derket

  • 12:24 13 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta ‘Tirkiye plana çi dike’ derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Hejmara 27'an a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bal kişand ser zext û tundiya leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê û amadekariyên wê yên şer û sernavê “Tirkiye li Başûr Amadekariyên çi dike?” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
Rojnameyê vê hefteyê dîsa bi minasebeta salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rohilat Efrîn re hevpeyvîn kir. Rojnameyê dîsa cih da gotarên Nivîskar Felemez Ulug a “Ji çekê ber bi fikrê ve”, gotara Zinar Ronî ya bi sernavê “Xêra NATO ji gelan re nîne”, gotara nivîskar Mulkiye Bîrnaten ya bi ser navê “Madeyên hişbir û çareserî” û gotara nivîskar Ramazan Olçen a bi ser navê “Diyarkirina pêşerojê” û bal kişand ser civîna NATO, Hişbir û têkoşîna li dijî wê.