Carek din ceza li Werîşe Muradî hat birîn
- 12:26 15 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ji ber li dadgehê amade nebû, rejîma Îranê cezayê qedexeya peywendiya telefonî û hevdîtina li gel malbatê lê birî.
Tora Mafên Mirov ya Kurdistanê eşkere kir ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ya li girtîgeha Evînê tê ragirtin, bi fermana dadwer Ebulqasim Selewatî, cezayê peywendiya telefonî û hevdîtina li gel malbatê lê hate birîn.
Hatiye diyarkirin ku ev ceza ji ber ku di rojên borî de Werîşe Muradî tevlî runiştina dadgehê nebûye, lê hatiye birîn.
Ji beriya niha jî gelek caran ji berku Werîşe Muradî piştgirî daye pêngava "Ji sêşemên darvekirinê re na", rûbirûyê heman cezayan hatiye.
Hêjayî gotinê ye Werîşe Muradî ji aliyê Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwer Ebulqasim Selewatî ve bi tometa ‘endamtiya PJAK’ê’ cezayê darvekirinê lê hate birîn. Piştre jî ev ceza ji aliyê Şaxa 9 ya Dîwana Bilind a Îranê ve ji ber kêmaniyên di dosya lêkolînê de ne hat redkirin û dubare ji bo Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê hat şandin.







