Dosya Gulîstan Doku: Wê li Erzirom û Dêrsîmê îfade bên girtin
- 11:13 22 Tîrmeh 2026
- Rojane
AMED-Îfadeya 10 xebatkarên tenduristiyê yên çarçoveya dosya Gulîstan Doku de hatin binçavkirin li Erziromê ya 5 kesên din jî wê li Dêrsîmê bê girtin.
Di çarçoveya lêkopirsîna Gulîstan Doku de bi talîmata serzogeriyên Komarê yên Erzirom û Dêrsimê duh di saetên sibehê de li Xarpêt, Meletî, Enqere, Stenbol û Dêrsîmê bi ser malan de hat girtin.
Di serde girtinan de 3 doktor, hemşîreyeke, peywirdarê bîlgî îşlem, 5 personelên têketina daneyabn, hevjîna Tuncay Sonel, Handan Sonel, xwediyê şîrketa bîlîşîmê, karsazek û 3 cerdevan bi giştî 15 kes hatin binçavkirin. 15 kes ji sûcên ‘tunekirina delîlan,veşartin an jî guhertin’, ‘bi awayekî dijhiqûqî destesrekirina daneyan’, ‘tunekirin an jî veşartina belgeyan’ hatin binçavkirin.
Îfadeya 10 kesî li Erziromê û ya 5 kesî jî wê li Dêrsîmê bê girtin.







