Malbata Gulistan Doku li Dêrsimê ye
- 13:58 23 Tîrmeh 2026
- Rojane
DÊRSIM - Malbata Gulistan Doku piştî binçavkirina 17 kesan têkildarê lêpirsînê, li ber deriyê Edliyeya Dersimê daxuyanî da û got, “Em dixwazin berpirsiyar hesab bidin, bedena keça me bê dîtin û edalet pêk bê.”
Di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de piştî ku duh 15 û îro jî 2 kes hatin binçavkirin, malbata wê ber deriyê Edliyeya Dersimê daxuyanî da.
Rêveçûna karûbarên dozgeriyê yên ji bo Okan Yarici û Fatîh Ozmen ku hatine binçavkirin berdewam dike. Di vê navberê de xwişka mezin a Gulîstan Doku Aygul Doku axivî û got ku ew şeş sal in têkoşîna edaletê didin.
Aygul Doku diyar kir ku peywirdarên giştî yên wê demê peywira xwe neanîne cih û destnîşan kir ku ew di serî de ji midûrê emniyetê, fermandarê cendermeyan û dozgerên wê demê, ji hemû berpirsiyaran gilîdar in.
Aygul Doku, teqez kir ku ew ê heta dawiyê şopdarê lêpirsînê bin û got, "Êdî em dixwazin bedena keça me bê dîtin, berpirsiyar li ber edaletê hesab bidin û em jî biçin mala xwe şîna xwe bigirin."
Dayika Gulistan Doku, Bedriye Doku jî banga edaletê kir.
Di heman demê de malbatê li dijî hin saziyên medyayê ku vê lêpirsînê dikin mijara magazînê, nerazîbûn nîşan da.







