‘Qanûn bi tena serê xwe çarçoveyek jinê esas digire pêşkêş nake’
- 09:06 29 Tebax 2026
- Rojane
Devrîm Findik
STENBOL - Seroka Partiya Kedê ya Stenbolê Sema Barbaros pêşnûmeya Qanûna Çarçoveyî ya ji 12 xalan pêktê nirxand û da zanîn ku pêşnûme bi tena serê xwe ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têrnake û pêvajo bêyî ku hepsê burokrasiya ewlehiyê bê kirin, bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan dikare veguhere aştiyê.
Nîqaşên der barê sererastkirina qanûnî ya nû ya ji 12 salî pêk tê didome. Her wiha pêvajo di alî jinan de tê çi wateyê ji nûneriya jinan re çiqas qadê vedike jî wek pirsnîşaneke krîtîk derdikeve pêş.
Seroka Partiya Kedê (EMEP) ya Stenbolê û endama Lijneya Rêveberiya Giştî (LRG) Sema Barbaros zemîna hiqûqî ya Qanûna Çarçoveyî ya 12 xalî de, rîskên qanûnê û rola jinan a di têkoşîna aştiyê de nirxand.
Sema Barbaros balkişand ser aliyên giştî yê sererastkirina qanûnî ya mijara gotinê û wiha bi lêv kir: “Em li qanûna çarçoveyî dinêrin, em derbarê ku pêvajoya berdana çekan û fehsikirinê li zemîneke hiqûqî bê rûniştinê dibînin. Lê emnikarin behsa xaleke ku der barê jinan de heye bikin. Em wek partî pêvajoya feshkirin û çekberdanê di zemîna hiqûqî de nîqaşkirinê, girîng dibînin. Lê ev bi tena serê xwe ji bo çarseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd têr nake.”
‘Zemîna aştiyê encama têkoşîna jinan e’
Sema Barbaros di afirandina zemîna mijara gotinê de balkişand ser rola jinan û wiha got: “Ev qanûna çarçoveyî, wek encama têkoşînê danîn holê û di vir de jin pir girîng û kirdeyên xurt bûn. Bi pêvajoyê re di gavên tên avêtin de ji bo jinên Kurd ku gelek zehmetî kişandine jî wê gavên şênber bihata avêtin.”
‘Nêzîkatiya ewlehiyê rastiya siyasî ji holê radike’
Sema Barbaros balkişand ser rîskên ku Qanûna Çarçoveyî dihewîne û ev nirxandin kir: “Rîskên wisa yên qanûnê hene. Bi taybet der barê di bin navendekê de komkirina qanûnî, rêvebirin û darazê de zemînek hiqûqî ya cidî ava dibe. Ji xwe rejîma qesrê bixwe ev raye destên de kom kiriye. Di zemîneke hiqûqî de rûniştandina vê, tabloyeke ku rejîma qesrê bi hêzên sermayê re ji bo berjewendiyên xwe politîka hundir û derve digire dest, diafirîne. Pêvajoya aştiyê bi çarçoveya ewlehiyê û dîplomasiya ewlehiyê sînorkirin, rastiya aliyê siyasî ya pirsgirêka Kurd ji holê radike. Ji ber vê jî vê qanûna çarçoveyî wek zemînek hiqûqî bê dîtin. Berovajî vê aliyê siyasî yê pirsgirêka Kurd wê bê beralîkirin.”
‘Nûneriya wekhev bi têkoşînê dikare bê bidestxistin’
Sema Barbaros destnîşan kir ku di mekanîzma û komîteyên tên avakirin de, fikara desthilatdariyê ya ji bo nûneriyawekhev a jinê tuneye û got nûneriya wekhev bi têkoşînê dikare bê bidestxistin. Sema Barbaros wiha berdewam kir: “Di vê mijarê de desthilatdarî ne xwedî derdê ku nûneriya wekhev pêk bîne ye. Hêza esas ya vê dide zorê, tevgera jinên kurd û jin bixwe ne. Ji bo ji bo aştiyê bûn hêza esas û kirde. Israrek cidî ya jinan heye. Nûneriya wekhev wê bi têkoşîna hevpar a jinan pêk bê. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê demildest gavbên avêtin. Divê qeyûm bên rakirin. Divê biryarên DDB û DMME’yê pêk bên. Divê siyasetmedar, şaredar û girtiyên nexweş bên berdan.”
Sema Barbaros di dawiya axaftinax we de bang li rêxistinên jinan û rayagiştî kir û da zanîn ku ew ji bîra têkşîna hevpar hêzê digirin û wê her tim bibin parçeyeke aştiya mayînde.







