Li Wanê standa Cejna Ziman hat vekirin
- 15:43 9 Gulan 2026
- Çand û Huner
WAN - KURDÎGEH (Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî) ji bo 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî standeke şeş rojî vekir.
Li Wanê, KURDÎGEHê ji bo pîrozkirina 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî standeke ku dê şeş ??rojan bidome vekir. Vekirina ku li Parka Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê hate lidarxistin, her wiha firotina pirtûkên Kurdî jî hat kirin. Qad bi pankartên ku li ser wan "Em ê KURDÎGEHê, li her derê Kurdî bikin, her dem Kurdî bikin", "Azadiya Kurdan azadiya civakê ye" û "Statuya Kurdan perwerdehiya Kurdî ye" hatibû xemilandin.
Di vekirina ku bi govendên kurdî dest pê kir, gelek welatî beşdar bûn.
Heval Dilbahar li ser navê KURDÎGEHê axaftina vekirinê kir. Heval Dilbahar di axaftina xwe de got, "Zimanê Kurdî zimanekî bingehîn e. Kurd bi hezaran sal in bi zimanê xwe diaxivin. Zimanê me nasnameya me ye, hebûna me ye, axa me ye. Ger em zimanê xwe winda bikin, em her tiştî winda dikin. Zêdetirî sed sal in ku hêzên serdest hewl didin ku Kurdî qedexe bikin û ji holê rakin. Lê bi saya berxwedana Kurdan, Kurdî hîn jî zindî ye. Rêber Abdullah Öcalan dibêje ku ziman ji nan û avê girîngtir e. Ji ber vê yekê, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de, divê zimanê Kurdî ji her tiştî zêdetir were qebûlkirin. Divê Kurdî zimanekî fermî be û di hemî saziyên giştî de were bikar anîn. Divê em têkoşîna xwe ji bo vê yekê berfireh bikin."
Piştî axaftinan li ber stranên kurdî govend hat gerandin.
Standa ku wê heta 14'ê Gulanê vekirî bimîne heta saet 18.00 dê vekirî be.







