Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman a Mezêr hat hate vekirin
- 17:37 15 Gulan 2026
- Çand û Huner
ÇEWLÎG - Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî a Mezêr hate vekirin.
Li Çewlîgê Komeleya Lêkolîna û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ya Mezêrku dê perwerdeya zaravayên Kurmancî û Kirmanckî hate vekirin. Hevserokên komeleyê, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî tevli bernameya derîvekirinê bûn.
Mehmet Zahar Olur di bernameyê de axivî û ji bo têkoşîna li dijî bişaftinê bag kir û ev tişt got: “Mirovên nikaribin bi zimanê xwe şînâ xwe bikin û xeyal bikin di tariyê de dimînin. Bişaftinê pireya di navbera me û pêşiyên me qut kir, niha em ê bi ji nû ve wê pireyê ava bikin.”
Hevseroka komeleyê Pervîn Arîs jî bal kişand ser giringiya ziman û wiha axivî: “Ev der cihê hemû zimanê asimîlebûyî ye. Gelek mamosteyên me hene. Ji em xwe bighînin her kesê em li bende piştgiriyê ne.”
Piştî axaftinan, komele bi tilîlî û çepikan ve hate vekirin. Bername piştî gerandina govendê bi dawî bû.







