Qedexeyên nû li Azar Yahu Torqabeh hatin sepandin

  • 13:24 7 Tîrmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê zextên li ser girtiyên ku şert û mercên girtîgehan dighînin raya giştî zêde dibin. Girtiya siyasî Azar Yahu Torqabeh ji ber belavkirina dengekî li ser rewşa girtîgeha Vekîlabadê, sewqî hûcreya disîplînê hat kirin.
 
Girtiya siyasî Azar Yahu Torqabeh a ku li Girtîgeha Vekîlabadê ya Meşhedê tê girtin, ji ber belavkirina tomarkirineke dengî ya li ser rewşa girtîgehê, sewqî hûcreya disîplînê hat kirin. Her wiha mafê wê yê hevdîtin û têkiliya bi malbatê re hat birîn. Ev rewş nîşan dide ku zextên li ser wan girtiyên ku dengê xwe û rewşa navendên binçavkirinê dighînin raya giştî, her ku diçe girantir dibin.
 
Azar Yahu Torqabeh, piştî weşandina dengê xwe yê li ser şert û mercên girtîgehê, sewqî hûcreya 6’an hat kirin û mafê wê yê axaftina bi telefonê û hevdîtina bi malbata xwe re hat astengkirin. Çavkaniyên agahdar didin zanîn ku ev biryar wekî tolhildanekê li dijî belavkirina wê dengî hatiye girtin û qedexeyên nû li ser hatine danîn.
 
Sûcdarkirinên li ser tora dîjîtal û rewşa yasayî
 
Torqabeh a ku di sala 1987'an de ji dayik bûye, di 4'ê Adara 2026'an de li bajarê Meşhedê ji aliyê Yekeya Îstîxbaratê ya Supaya Pasdaran ve hatibû binçavkirin. Li gorî agahiyên hatine weşandin, sûcên wekî “Hevkarîkirina bi Îsraîlê re” û “Çalakiyên li dijî ewlehiya neteweyî” li wê hatine barkirin. Çavkanî destnîşan dikin ku ev sûcdarkirin rasterast bi çalakiyên wê yên li ser tora dijîtal ve girêdayî ne.
 
Ev ne qedexeya yekem a disîplînê ye ku li ser vê girtiya siyasî tê sepandin. Berê jî raporên weha hatibûn weşandin ku nîşan didan Azar Yahu Torqabeh ji mafê hevdîtina rûbirû û têkiliya telefonê ya bi malbata xwe re hatiye bêparkirin. Her wiha tevî ku biryara berdana bi kefaletê ji bo wê hatibû dayîn jî, nehatiye berdan û hêj wekî girtî tê girtin.
 
Banga parêzvanên mafên mirovan ji bo tenduristiya wê
 
Li gorî raporên dawî, Azar Yahu Torqabeh di warê tenduristiyê de rûbirûyî pirsgirêkan bûye û pêwîstiya wê bi berdewamkirina dermankirinê heye. Lê tevî ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş e jî, heta niha ji xizmetguzarî û lênihêrîna bijîşkî ya têrker bêpar hatiye hiştin.
 
Sewqkirina vê girtiya siyasî ji bo hûcreya disîplînê piştî dengvedana tomarkirina wê, fikarên li ser muameleya li hemberî girtiyên ku şert û mercên girtîgehan radigihînin raya giştî, careke din derxistin asta herî jor. Parêzvanên mafên mirovan tînin ziman ku kiryarên mîna sewqkirina hûcreya disîplînê, bêparkirina ji têkiliya bi malbatê re û astengkirina gihîştina xizmetên bijîşkî, binpêkirineke giran a mafên bingehîn ên girtiyan e.