Li Gimgimê nobed di roja 141'emîn de ye
- 19:29 21 Îlon 2026
- Ekolojî
MÛŞ - Nobeda ku li dijî Santrala Ernejiyê ya Jeotermalê (JES) a ku tê plankirin li navçeya Gimgim a Mûşê bê çêkirin, hatiye destpêkirin di 141'emîn de ye. Îro şêniyên gundê Hemûgê nobed dewr girtin.
Nobeda ku li gundê Xwarik ê Gimgimê ya li dijî projeya Santrala Ernejiyê ya Jeotermalê (JES) a ku ji aliyê şîrketa DYA'yê IGNIS H2 A.Ş.'yê ve tê plankirin, hatiye destpêkirin berdewam dike.
Nobeda ku bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê hatiye destpêkirin, di roja 141'emîn de ye.
Welatiyên gundê Hemûgê nobed dewr girtin.







