‘Alavên ku rojnameger bi kar tîne kirine amûrê sûc’
- 09:02 29 Hezîran 2022
- Rojane
Rozerîn Gultekîn
STENBOL - Li Amedê 16 xebatkarên Çapemeniya Azad a Kurd ji ber faliyetên rojnamegeriyê hatin girtin. Rêxistinên jinan bang kirin û gotin: “Binçavkirin û girtina rojnamegeran dijhiqûqiyê nîşan dide. Alavên ku rojnameger bikar tîne kirine amûrê sûc. Daraz bi talîmata desthilatdariyê biryarê dide."
Zextên li ser Çapemeniya Azad a Kurd her diçin zêde dibin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, midûra ajansa me Safiye Alagaş jî têde 16 kedkarên Çapemeniya Azad a Kurd di 16’ê hezîranê de hatin girtin. Hinceta girtinê jî faliyetên rojnamegeriyê û naveroka nûçeyan bû.
Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FIDH) ku 192 saziyên navneteweyî têde cih digirin û Rêxistina Li dijî Îşkencê ya Cîhanê (OMCT) ku ji 200’î zêdetir endamên wê hene bang kirin ku divê demildest û beyî şer rojnameger bên berdan. Gelek rêxistinên rojnamegeriyê û siyasetmedaran jî bertek nîşanê rewşê dan û gotin ew bi wan re di piştevaniyê de ne. Desthilatdarî jî tevî hemû bangan çav û guhê xwe girtiye.
Rêxistinên jinan jî bertek nîşanê rewşê dan û diyar kirin ku divê demildest rojnamegerên ku li her qada jiyanê dengê têkoşîna jinan didin bihistin bên berdan.
'Êriş li hember sekna polîtîk e'
'Bêguman kamereya rojnameger wê hebe'
Tulayê destnîşan kir ku di nava saziyên ku dibin dengê jinan JINNEWS jî heye û wiha bi lêv kir: “Rojnamegerên hatine girtin dengê kesên rastî neheqiyan tê ne. Kamera, kompîtûr û alavên din yên hatine desteserkirin wek alavên rêxistinî tên dîtin. Tiştek wisa pêkane gelo. Bêguman wê kamera, telefon, alava qeyda deng, trîpot hebe ku rojnameger nûçeyê çêbike. Ji bo rojnamegeran bigirin tiştên wisa davêjin holê. Hevalên me yên hatine girtin ji bo me bûne hêz. Çapemeniya azad heta îro rastî gelek zextan hat. Tevî vê bi awayekî serbilind xebatên xwe domandiye. Divê rojnameger demildest bên berdan. Rojname hatin bombebarankirin, girtin lê ew bêdeng neman. Ew kamera hîna vekirîne. Ev polîtîka valane.”
‘Dixwazin dengê gel biçewisînin’
‘Êriş li dijî heqîqetê ye’
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan jî destnîşan kir ku desthilatdarî li dijî têkoşîna heqîqet û jinê polîtîkayek cuda dimeşîne û wiha pê de çû: “Ji ber têkoşîna tê meşandin rastî zextan tên. Em jin xeyal û îdiayek me ya mezin heye. ‘Cîhanek cuda’. Em cîhaneke ku jin nayên qetilkirin, xweza nayê tunekirin û hemû gel wekhev dijîn dixwazin. Em pêşengên vê ne. Ji ber vê jî têkoşîna me li her qadê rastî zextan tê. Dixwazin bi binçavkirinan têkoşînê têk bibin. Binçavkirin û girtina rojnamegeran dijhiqûqiyê nîşan dide. Alavên ku rojnameger bikar tîne kirine esasa sûc. Daraz bi talîmata desthilatdariyê biryarê dide. Bi salane li dijî Çapemeniya Azad zext hene lê tu car encam nedan. Ji ber rojnamegerî ne sûc e.”






