Doza Sedef Gule ya îşkenceyê hat qetilkirin hat taloqkirin
- 18:09 11 Sibat 2026
- Hiqûq
STENBOL- Di doza ku Yavuz Gungor û Firat Baykara yên ku Sedef Guler bi îşkenceyê qetil kirin de, der barê sê kesî de biryara bi zorê bînin, hat dayîn. Runiştin jî taloqî dîrokek din bû.
Di 7’ê Hezîrana 2024’an de li navçeya Buçukçekmece ya Stenbolê jina bi navê Sedef Guler ji aliyê gumanbar Yavuz Gungor û Firat Baykara ve hat qetilkirin. 7’emîn runiştina dozê li 4’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyeya Bakirkoyê hat dîtin. Parêzerên aliyan, parêzerê Wezareta Xizmeta Malbat û Civakî û gumanbar Firat Baykara tevli bûn. Yavuz Gongur jî bi SEGBÎS’ê tevli bû. Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), Komeleya Jin û Demokrasiyê (KADEM) û gelek jin tevli runiştinê bûn.
Piştî îfadeyan heyeta dadgehê biryar da ku aliyên kêm bên temamkirin û keça gumanbar Yavuz Gongur Dîlan Gun, hevala keça wî Hande Yagmur û Huseyîn Ayvalik ê alîkarî dayê bireve derveyê welat, bi zorê bîni runiştinê. Runiştin taloqî 29’ê Nîsanê hat kirin.
Endamên KCDP’ê piştî runiştinê li ber edliyeyê daxuyaniyek dan û diyar kirin ku kêmasiyên di dozê de nehatine çareserkirin. Dayika Sedef Guler, Gulîzar Sezer jî got: “Kêmasiyan çaresre nakin. Daxwazên me tên redkirin. Çima nagirin bin qeydan. Çima rayedar nabînin. Em edaletê dixwazin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya ‘ji bo Sedefê edalet’ bidawî bû.







