Ji binarê Qendilê peyama parastina destkeftiyan hat dayîn
- 20:40 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Binarê Qendîl bi piştgiriya Meclisa Gel û Meclisa Jinan çalakiyeke ya girseyî ji bo piştgiriya berxwedana Rojava hate lidarxistin.
Li nêzîkî gundê Enzê ya ser bi Binarê Qendîlê bi pêşengtiya Meclisa Gel ya Binarê Qendîl, Meclisa Jinan û Hevşaredariya Binarê Qendîlê çalakiyeke ya piştgiriyê ji bo berxwedana Rojava hate lidarxistin.
Di çalakiyê de bê navber dirûşmên “Ji Qendîl hata Rojava, yek xwîn û yek doz”, “Sînoran dirûxînîn û dagirkeran derdixîn” û “Çar parçe yek senger, mirin ji bo çeteyên Enqerê”qîr kirin.
Li ser navê Meclisa Gel ya Binarê Qendîlê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û got: “Bi avêtina cenazayê şehîdên me yên ji avahiyan wisa dizanin ku wê bikarin me, nizanin ku şervanên me dema şehîd dibin ruhê wan dibe hezar şervan.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin ku keziyên hûn dibirin ne tine mûyeke ew demarê wane kul i nava xakê ye û ev hate gotin: “Ew kezî dibe sêdareya xewnên Osmaniyan. Îro Şoreşa ‘Kezî’ bûye nasnameya Rojava.
Herî dawî banga parastina destkeftiyên Rojava hate dayîn.







