Ji ber êrîşan 136 hezar koçber berê xwe dan herema Cizirê

  • 10:29 27 Çile 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan       
 
QAMIŞLO -  Koçberên ji Efrîn û Şehbayê ji destpêka şerê li Efrîn û Şehbayê ve di nava koçberiyê de ne, koçberan diyar kirin ku weke şêniyên Efrînê wê li her derê berxwedaniya xwe dewam bikin.
 
Ji 6`ê Çileya 2026'an vir ve, çeteyên hikumeta demkî û dewleta Tirk êrişên dermirovî li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê yên Helebê, her wiha deverên Tebqa, Reqa û Şedadê dane destpêkirin. Ew êrîş bû sedema koçberiya bi hezaran sivîlan ber bi kantona Cizîrê ve. Ji ber êrîşan 136 hezar koçber berê xwe dan herema Cizirê. 
 
Ji wan koçberan 100 hezar kes jî hatine bajarê Qamişlo. Li bajarê Qamişlo hemû dibistan û mizgeftan de koçber dimînin. Ev koçber ji Heleb, Tebqa û Reqa hatine Qamişlo. Pêwistiyên bi lez şîr, bezê zarokan, derman, sobe, mazot, battaniye, xwarin, av, pêwistiyên tenduristî wek tedavî derman heye. Heta niha derveyî çend kamyonên alîkarî yê zêdetir alîkariyek negiştiye ber destê koçberan. 
 
Şêniyên ji Efrîn û Şehbayê ku ji ber êriş, komkujî û koçberiya bi darê zorê ji gelek caran neçar mene ku koçber bibin, koçberan li ser rewşa xwe axivîn.
 
Jina koçber a bi navê Buşra Hebeş anî ziman ku ew di riya koçberiyê de gelek zahmetî kêşandine û wiha got: "ji sala 2018'an de em gelê Efrînê di riya koçberiyê de ne. Pîştî dagirkirina Efrînê em derbasî Şehba bûn, li Şehba jî êrîş û dorpêça dewletan li ser me nesekinî. Dema em ji Efrîn hatin koçber kirin em 8 salan li Şehba man, li Şehba berxwedana me ya wegera Efrînê her dewam bû, lê dîsan êrîş li ser me çêbûn û dîsan em ketin ser riyên koçberiyê. "
 
Buşra Hebeş anî ziman ku ev ji êrîşên çeteyan tu caran serî natewînin û wiha domand: "Em çiqasî kober bibin jî serê me her tim bilinde. Me ji bo axa xwe şehîd dan, emê tu caran serê xwe li hemberî dagirkeran netewînnin."
 
Buşra Hebeş diyar kir ku di nava şerde herî zêde zarok bandor dibin û ew yek anî ziman: " Zarok ji şer fam nakin, di koçberiyê de herî zêde zarok bandor dibin, zorokên me mê xwarin û bê av man, pêwîstiyên wan yê şîr û gelek tiştên din heye. Pêwîste alîkaiyên mirovî ji bo me wekî koçberan were."
 
Buşra Hebeş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî şêniyên Efrînê li kurbin ew ê berxwedaniya xwe dewam bikin.