Jinên Kurd ji bo parastina xwe nobeda taxa xwe digirin

  • 10:56 27 Çile 2026
  • Rojane
Jiyan Gencan
 
QAMIŞLO - Dayikê temen mezin ji bo parastina welat, ax û rûmeta gelê xwe li kolanan nobetê digirin.
 
Di çarçoveya seferberiya giştî de ku ji hêla Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye ragihandin, şêniyên herêmê ji ciwanan heta dayik û bavên temen mezin ji bo parastina bajar û taxên xwe nobetê digirin.
 
Li bajarê Qamişloyê di gelek taxan de dayik bi şev û rojan nobetê digirin û diyar dikin ku ew ji bo rûmeta gelê xwe biparêzin şev û rojên xwe kirine yek.
 
Dayikek ku li kolanê parastina taxe xwe dike wiha bahsa nobeta xwe dike: "Kolan bi kolan em derdikevin, parastina taxên xwe dikin. Em ji dijmin natirsin û em ê her tim li qadan bin. Em ê piştgiriya YPJ û YPG'ê bikin."
 
Dayika bi navê Hindirîn Mihemed Selîm behsa girîngiya parastina taxên xwe kir û got: "Em wekî dayikên li Taxa Enteriyê li pişta şervanên xwe ne, me soz daye ji şehîdên xwe re ku em dev ji axa xwe û bajarê xwe bernadin. Hêzên ku êrîşî me dikin em dibêjin êdî bes e ji we re. Em wekî Gelê Kurd bajarên xwe û axa xwe diparêzin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê axa xwe biparêzin, em ê her tim li pey şopa şehîdên xwe û serokê xwe bin".
 
Her wiha dayika bi navê Ahîn Îbrahîm jî ji bo parastina taxên xwe ev yek anî ziman: "Ji 6'ê meha Çileyê de êrîş li ser axa me çêdibin, em jî wekî dayik derketine, parastina tax û bajarê xwe dikin. Berdêle wê çi dibe bila bibe em ê heta dawî parastina taxa xwe bikin".
 
Ahîn Îbrahîm diyar kir ku êrişên tên kirin dermirovî ne û wê wiha gotina xwe bi dawî kir: "Divê dewletên navneteweyî êrîşên li ser Gelê Kurd bibîne. Di vî şerî de hejmarek zêde jin û zarok hatin qetilkirin. Em wekî Gelê Kurd serê xwe ji êrîşan re natewînin û erka me ye ku heta dawî em parastina rewa bikin. Em ê dev ji axa xwe bajar û taxên xwe bernedin. Sûriyeyê li hemberî me qetlîam pêk tîne, em jî parastina xwe li taxan dikin".