Li Vancouverê çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava re

  • 12:33 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Vancouver ê Kanadayê, bi armanca bi piştgiriya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin.
 
Çalakiya ku êrişên li ser Rojava lê hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedana Rojava re hate dayin, 31'ê Çileyê roja Şemiyê li ber Art Gallary pêk hat.
 
Di meş û mîtîngê de ya bi banga "Parastina Rojava" hate lidarxistin, dirûşmên "Yek e yek e yek e Kurdistan yek e", "Kî ne em, Kurd in em", "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanê", "Jin Jiyan Azadî" û "Free free Kurdistan" hatin qîrîn.
 
Piştî meşa li navenda bajêr, li ber Art Gallaryê mîtîngek hate lidarxistin û gelek kes tevlî bûn.
 
Di çalakiyê de ku hunermendên xwecihî lê amade bûn, berxwedana Rojava hate silavkirin û hate xwestin, mafên Kurdan bêne misogerkirin û statuya wan were naskirin.