HTŞ'ê derdora Swêdayê bombebaran kir

  • 23:47 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê ragihand ku hêzên hikûmeta demkî bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kir.
 
Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê daxuyand ku hêzên hikûmeta demkî îro bi 4 topan eniyên rojava û bakurê rojavayê bajarê Siwêdayê topbaran kirin. Hêzên hikûmetê ji deverên Til Hedîd, bajarê Menûsa û bajarokê Welga ve ew enî topbaran dikirin.
 
Fermandariyê da zanîn ku ev topbaran di çarçoveya metoda sûcên hikûmeta demkî li dijî herêmê pêk tîne de tên.