Rejîma Talîban pergala koletiyê fermî kir
- 19:05 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDANÛÇEYAN - Rêveberiya Talîban, bi qanûna ceza nû ya kiribû meriyê civaka Afgan li çînan veqetand. Heman sûc li gorî ‘çîna’gumanbar cuda tê cezakirin; destnedana oldaran heye û ji bo çînên jêr jî riya ceza bedenî hat vekirin.
Rêveberiya Talîban bi qanûna ceza nû ya ku 4’ê Çile de xist meriyetê re pegala ku civak li çînan vediqetîne fermî kir.
Li gorî qanûna ku Rêxistina maf a Rawadrî xwe gîhandiyê, qanûn civakê li çar beşan vediqetîne: Oldar (ulema-mollar), elît(aşraf), çîna navîn û çîna jêr.
Bi pergala nû re heman sûc li gorî statuya kesan bi teşeyên cuda tên cezakirin. Li gorî vê heman sûc li gorî ‘çîna’gumanbar cuda tê cezakirin; destnedana oldaran heye û ji bo çînên jêr jî riya ceza bedenî hat vekirin.
Parêzvanên maf diyar kirin ku ev sererastkirin destnedana elîtên gumanbar pêk tîne. Her wiha di qanûnê de di navbera ‘kesên azad’ û ‘koleyan’ de jî cudakarî tê naskirin Û koletî bi awayekî hiqûqî hatiye nasîn. Ev jî rê li ber fikarên cidî vedike.







