‘Divê demildest binçavkirî bên berdan’

  • 20:53 3 Sibat 2026
  • Rojane
 
 
STENBOL-Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê têkildarî êrişên li ser ESP’ê daxuyanî da û got: “Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û tevahî binçavkirî bên berdan.”
 
Serê sibê tevî Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindesetan (ESP) Mûrat Çepnî û rojnamegeran 96 sosyalîst hatin binçavkirin. Li dijî êrişan bertek tên nîşan dan. Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê li navçeya Kadikoyê pêşiya Operaya Sureyyayê daxuyanî da. Parlamenterên DEM Partiyê, hevserokên DEM Partiyê ya Stenbolê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên civakî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz ve hat xwedin.
 
‘Tê xwestin têkoşîna gelan ya azadî û dadê binpê bikin’
 
Dîdem Yilmaz diyar kir ku heta îro gelek caran êriş wan dîtiye di vê êrişên îro de rizandina politîkayên desthildatê derketiye holê û got: “Desthildatdar bi van êrişan hêzên şoreşger û demokratîk kiriye armanc. Li tevahî cîhanê şerên ku emperyalîzm bûye sedem îro hê jî berdewam dike. Tê xwestin di heman demê de têkoşîna gelan ya azadî û dadê binpê bikin. Li Tirkiyeyê desthilatdar bi êriş û zextan dixwaze muxalefetê bêdeng bike. Binçavkirinê îro jî berdewama wan politîkayan e. Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî jî nav de nûçegihanên Ajansa Nûçeyan ya ETKÎNê, endamên Komeleya Ekolojiyê Polen, BEKSAV, Rojnameya Atilim, SGDFê jî di nav de gelek hevrêyên me hatin binçavkirin. Hevrêyên me bêrî çend rojan daxuyanî dabûn û armanca van êrişan aşkere kiribûn.”
 
‘Ev senaryoya qirêj nikare şoreşgeran bêdeng bike’
 
Dîdem Yilmaz anî ziman ku bi îftîrayên çeteyan ev operasyon hatiye destpêkirin û wiha dirêjî dayê: “Bi vê operasyonê tê xwestin têkoşîna azadiyê ya gelan bê kirîmînalîzekirin. Lê bila bê zanîn ku ev senaryoya qirêj nikarê şoreşgeran bêdeng bike. Azadiya çapemeniyê, mafê rêxistin kirine û mafê xwe îfade kirine mafê mafê gerdûnî ye. Hedefgirtina rojnameger, siyasetmendar, parêzer û rêxistina jinan aşkere dike ku tahamula desthilatdarê ji demokrasi re nemaye. Li dijî faşîzmê xwe rêxistinkirin mafê rewa ye. Em wekî Hêzên Ked û Demokrasiyê ya Stenbolê li gel kedkar, jin û ciwanan bin. Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe û tevahî binçavkirî bên berdan.”
 
Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.