TCŞ û YJK-E’yê li Frankfurtê stand vekir

  • 22:07 4 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamên TCŞ û YJK-E’yê, li Hauptwache ku cihê herî qelebalix ê Frankfurtê ye standa agahdarkirinê danîn. Di çalakiyê de bal kişandin ser êrîşên li ser Şoreşa Rojava û banga piştevaniyê bi gelê Kurd re kirin.
 
Li bajarê Frankfurt ê Almanyayê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Yekîtiya Jinên Kurd ên li Almanya (YJK-E) li dijî êrîşên ku li ser Şoreşa Rojava û destkefiyên gelê Kurd zêde dibin, standa agahdarkirinê danîn.
 
Standa agahdarkirinê li Hauptwache ku cihê herî qelebalix ê Frankfurtê ye, hate danîn û ji saet 14:00’an heta 17:00 an bi eleqeyekî mezin dewam kir. Di tevahiya çalakiyê de der barê destkeftiyên şoreşa jinan a li Rojava, tecrubeya xweseriya demokratîk û berxwedana li dijî êrîşên çeteyan agahdarî hate kirin. Di standê de gelek danezan hatin xwendin. Di danezanan de hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiyê ya li Rojava tê meşandin, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên bindest ên li Rojhilata Navîn çavkaniya hêviyê ye û hate diyarkirin ku divê li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê piştevaniya enternasyonalîst were mezinkirin.
 
Çalakî eleqeyekî mezin dît. Bi taybet ji aliyê ciwan û jinan ve gelek pirs hatin kirin. Kesên derdor hatin ber standê, derbarê geşedanên li Rojava nîqaşê kirin û peyamên piştevaniyê dan.
 
Di nirxandina li ser navê TCŞ û YJK-E’yê de bi dirûşmeya, “Rojava li ber xwe dide, em jî li ber xwe didin” hate diyarkirin ku li seranserê Ewropayê çalakiyên wiha bidomin. Her wiha hate destnîşankirin ku mezinkirina têkoşîna azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê berpirsyariyeke dîrokî ye.