Tulay Hatîmogûllari: Divê gav bên avêtin

  • 16:12 10 Sibat 2026
  • Rojane
ENQERE -Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari piştî komcivîna partiya xwe li ber eywanê der heqê daxuyaniya Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Tirk Hakan Fîdan û hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Serokkomar Erdogan de pirsên rojnamegeran bersivand.
 
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllariyê got: “Daxuyaniya birêz Hakan Fîdan daxuyaniyeke di cih de nîne. Dê bêjî qey li nexşeyê dinêre û dibêje ‘gelo aloziyên nû dikarin li ku bê derxistin.’” 
 
Hatîmogûllari bal kişand ser daxuyaniya Hakan Fîdan û got: “Di serî de Hakan Fîdan û hemû rayedarên hikûmetê di daxuyaniyên xwe de dibêjin ku li benda Sûriyeyê ne. Lê gavên ku li Sûriyeyê hatin avêtin û pêkanîna peymana 30’yê Çile bi awayekî micid barê pêvajoyê sivik kir. Em dibêjin û difikirin ku li gorî vê sivikbûnê gav bên avêtin. Em vê hefteyê li bendê bûn ku Komîsyon xebatan bi leztir bike û gavên şênber biavêje, lê em daxuyaniya birêz Hakan Fîdan di cih de nabînin. Weke ku li nexşeyê binêre û bibêje ‘ka em dikarin li ku derê aloziyekê derxînin, biafirînin’ dinêre. Em vê daxuyaniya wî li gorî ruhê pêvajoyê nabînin. Em li bendê ne ku ji bo li asta herêmî aştî li pêş bikeve hin bêtir gavên erênî bên avêtin.”
 
Bi Erdogan re hevdîtin 
 
Tulay Hatîmogûllariyê pirsa têkildarî hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya bi Erdogan re jî wiha bersivand: “Di bernameya şandeya me de hevdîtina li gel birêz serokkkomar heye. Lê ev hevdîtin dê kengê pêk were ne diyar e. Heke zelal bibe dê şandeya me yan jî dê berdevkên partiya me agahî bidin. Hin daxwazek fermî nehatiye kirin, lê belê daxwazek hevdîtinê heye û her kes bi vê dizane.”