Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê: Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê vekin

  • 13:45 16 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, têkildarî kampanyaya piştevaniya bi gelê Kobanê re daxuyanî da û got ku ji bo alîkarî derbas bibin divê Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê bê vekirin.
 
Platforma Parastina Bajar û Piştevaniyê ya Amedê, têkildarî kampanyaya ji bo piştevaniya bi gelê Kobanê re hatiye destpêkirin, daxuyanî da. Daxuyanî, li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) û bi beşdariya pêkhateyên platformê hat dayin. Daxuyaniya bi Kurdî ji hêla Seroka Komeleya Jinan a Rosayê ve hate xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de hate gotin ku 25 TIR’ên alîkariyê yên berê ji bo Kobanê hatibûn şandin bi darê zorê ji Deriyê Sînor ê Kîlîs-Çobanbeyê radestî hikûmeta demkî hatine kirin. Hat gotin ku alîkariyên hatine şandin gihiştine Kobanê. Hat xwestin ku ji bo alîkarî yekser bigihijin gelê Kobanê, ji bo pêşîlêgirtina krîza insanî ya li Kobanê divê demildest Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê bê vekirin. 
 
Di berdewamê e hate destnîşankirin ku 20 TIR’ên alîkariyê niha amade ne û dixwazin bi koordînasyona AFAD’ê û şandeyeke platforma wan li ser Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê derbasî Kobanê bên kirin. Herî dawî jî banga mezinkirina alîkariyê hate kirin. 
 
Di dawiya daxuyaniyê de jî Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya pirsên rojnameger bersivand û got ku ji bo vekirina Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê hevdîtinên wan ên bi rayedarên dewletê re didomin.