Komploya 15’ê Sibatê li Bordeauxsê hat protestokirin

  • 19:00 15 Sibat 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan li bajarê Bordeaux ê Fransayê bi armanca protestokirina komploya navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li hev civiyan.
 
Bi sedan kesên ku li navenda bajarê Bordeaux ê Fransayê li hev civiyan, bi berzkirina dirûşme û hilgirtina pankartan qadan tijî kirin.
 
Di tevahiya çalakiyê de gelek caran dirûşmeyên, “Li dijî komployê çareseriya demokratîk”, “Ji Rêber Apo re azadî” û Tecrîd were şikandin, berxwedan wê bi ser bikeve” hatin berzkirin.Di pankartên ku li qada mitîngê hatin hilgirtin de, hate destnîşankirin ku 15’ê Sibatê destwerdaneke navneteweyî ye ku îradeya gelê Kurd hedef digre.
 
Di axaftinên mitîngê de hate diyarkirin ku bi komployê re hêviyê aştî û çareseriya demokratîk a gelan hedef tê girtin.
 
Axaftvanan diyarkirin ku tevî salên bi ser derbasbûne jî, şert û mercên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê dewam dike û destnîşankirin ku ev êrîşa li dijî daxwaza azadî û aştiyê ya tevahiya gelan e.
 
Di daxuyaniyan de îşaret bi perspektîfa çareseriya demokratîk a li dijî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn dewam dike hate kirin. Mitîng bi daxuyaniyê bi dawî bû.