Li Ayvalikê cenazeyê jinekê hate dîtin

  • 10:13 17 Sibat 2026
  • Rojane
BALIKESÎR - Li navçeya Ayvalikê cenazeyê jinekê li qeraxa behrê hate dîtin. 
 
Li Plaja Sarimsakli ya navçeya Ayvalik a Balikesîrê cenazeyê jinekê hate dîtin. Piştî agahdarkirinê, komên cendirme û tenduristiyê li cihê bûyerê hatin sewqkirin. 
 
Piştî mudaxileya ewil a koman, cenaze rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ayvalikê. 
 
Di nirxandina ewil a têkildarî bûyerê de hate gotin ku cenaze, aydê jineke penaber a dixwest derbasî Girava Mîdîlliyê bibe ye. Lêkolîna ji bo tespîtkirina nasnameyê û sedema teqez a mirinê didome.