Dozger baweriya xwe bi polîsan neanî
- 12:06 17 Nîsan 2026
- Hiqûq
Şehrîban Aslan
DÊRSIM - Li gel ku rojane agahiyên nû di doza Gülistan Doku de derdikevin holê, êdî eşkere bûye ku çima dozger lêpirsîn nedaye polîsan. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin hat diyarkirin ku ji ber dozger baweriya xwe bi polîsan neaniye lêpirsîn nedaye wan.
Piştî lêpirsîneke nû ya derbarê Gülistan Doku de her ku diçe agahiyên nû derdikevin holê. Di nav van pêşketinên nû ku tên bi destxistin de pirsa sereke ev e ku çima lêpirsîn niha ji hêla cendermeyan ve tê birêvebirin ne ji hêla polîsan ve. Li gorî belgeyên derketî, polîsan gelek qeydên vîdyoyê yên ku wekî delîl hatine xwestin pêşkêşî dozger nekirine.
Dozgerî diyar dike ku dîmenên deriyê ketina binahiya ku Engîn Yucer lê bûye tune ne û dîmena heyî jî gelek ji dûr ve hatiye girtin.
Herwiha derket holê ku di dosyayê de ajovanên wesayitan ên ji Dêrsimê û Xerpêtê ber bi zanîngehê ve çûne di qeydên FEDAŞ PTS de tespîta wesayitan di saeta ku divê bihata tespît kirin de nehatiye tespîtkirin. Li gel ku dozger dîmenên di navbera saet 11.00 û 16.00'an de xwestiye polîsan dîmenên di navbera saet 16.00 û 17.00'an de şandine.







