Dayikên Şemiyê: Kujeran darizînin
- 13:27 2 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê di çalakiya 1101'emîn de li kujerên Mehmet Şerîf Avşar ê ku di 22'yê Nîsana 1994'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû kuştin pirsîn û hate xwestin kujer û berpirsiyar werin darizandin.
Dayikên Şemiyê ango Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda werin dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 1101emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xist. Dayikên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHDa Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di hefteya 1101'emîn de li kujerên Mehmet Şerîfe Avşar ê ku di 22'yê Nîsana 1994'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû kuştin hate pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Dayikên Şemiyê Setenay Yarici ve hate xwendin.
‘Li pêşiya heqîqetê diwar hate honandin’
Setenay Yarici diyar kir ku ev 32 sal in ji bo Mehmet Şerîf edaletê dixwazin û wiha axivî: “Dîroka Tirkiyeyê ya nêz bi binpêkirina mafê mirovan û parastina kiryaran tê zanîn. Tevahî dozên windakirin heta îro bi awayekî baş nehatine birêvebirin. Di dozên ku hatine vekirin de edalet bicih nehat. Li pêşiya heqîqetê dîwar hatiye danîn. Doza Mehmet Şerîf Avşar jî yek ji wan dozan e. Mehmeh Şerîf Avşar 28 saliya xwe de dema li Amedê dijiya, hate windakirin. sLi navçeya Bajarê Nû ya Amedê bi birayên xwe re dixebitî. Di 22'yê Nîsana 1994'an de kesên ku kincên sivîl li xe kiribûn, bi hinceta ‘îfadeya wî heye’ xwestin Mehmet Şerîf bibin û bixin binçavan. Birayên Mehmet Şerîf îtîraz kir û nasnameya kesên sivîl xwestin. Paşê çawişê pispor yê endamê JÎTEMê Gultekîn Sutçu hat û nasnameya xwe ya leşkerî nîşan da û ji malbata rê got ‘em ê îfade bigirin û berdin.’ Lê dîsa jî malbat qanih nebû û paşê gef jî li malbatê xwarin. Mehmet Şerîf jî neçar ma ji bo malbata xwe biparêze li gel wan çû. ûLi gorî çavkaniyan koma ku ji 7 kesan pêk tê, Mehmet Şerîf birin Fermandariya Cenderme ya Saraykapiyê ku wekî navenda JÎTEMê dihate nasîn. Malbat demildest Mehmet Şerîf pirsî lê bersiva ‘em binçavkirinê nakin’ girtin lê belê malbatê kesên ku Mehmet Şerîf biribûn li bexçeya fermandariyê dît.”
‘Piştî 32 salan em dîsa dipirsin çima berpirsiyar hatin parastin?’
Setenay Yarici destnîşan kir ku serlêdanên ÎHD, Rêxistina Efûyê ya Navnetewiyê bêencam man û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 2 hefteyan bedena Mehmet Şerîf Avşar ê ku îşkence lê hatibû kirin li ser rêya Licê hate dîtin. Li gorî biryara dadgehê, ‘Mehmet Şerîf bi wesayîta cendermayan hate binçavkirin û paşê jî hatiye kuştin’. Lê dîsa jî kiryar hatin parastin. Piştî darizandina bi salan, cerdevan Omer Gungor 20 sal ceza wergirt û îtîrafkar Mesût Mehmetoglû û cerdevan Yaşar Gunbati, Azîz Elbey û Zeyat Akçin 6 sal ceza xwarin. Piştî bûyerê bi 14 salan li çawişê pispor Gultekîn Sutçu 30 sal ceza hate birÎn. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê di 10ê Tirmeha 2001an de biryar da û got divê Mesût Mehmetoglû û 5 cerdevan jî wekî kujer werin darizandin û berpirsiyar derbikevin holê lê belê ev biryar pêk nehat. Piştî 32 salan em dîsa dipirsin çima berpirsiyar hatin parastin?”
Çalakî bi danîna qerenfîlên li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.







