DFG: Azadiya çapemeniyê alarmê dide

  • 14:11 3 Gulan 2026
  • Rojane
 
AMED - DFG’ê, bi boneya Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê daxuyanî da û got: “Çapemeniya Azad, bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nayê birîn.”
 
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), bi boneya 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çepemeniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, ji bo bîranîna rola çapemeniyê ya cemaweriyê û têkoşîna heqîqetê ya rojnamegeran xaleke werçerxê ye. Lê belê daneyên mehên pêşîn ên sala 2026’an radixin ber çavan ku ev roj li Tirkiyeyê bi tabloyeke giran tê pêşwazîkirin. Îstatîstîkên mehên Çile, Sibat û Adarê nîşan didin ku binpêkirinên li dijî rojnamegeran ne bûyerên yekane ne, lê veguherîne rejîmeke zextê ya sîstematîk û piralî.
 
Zext zêde bûne
 
Di sê mehên pêşîn ên sala 2026’an de rojnameger rasterast bûn armanc. Di meha Çileyê de 14 rojnameger hatine binçavkirin, yek ji wan hate girtin û bi ser mala rojnamegerekî de hate girtin. Li 3 rojnamegeran gef hate xwarin û şopandina nûçeyan a 22 rojnamegeran hate astengkirin. Di meha Sibatê de tablo girantir bû; 6 rojnameger rastî êrişê hatin, 11 rojnameger hatin binçavkirin, 5 rojnameger hatin girtin û bi ser mala 6 rojnamegeran de hate girtin. Di meha Adarê de 5 rojnameger hatin binçavkirin, 2 rojnameger hatin girtin; di 5 bûyerên cuda de şopandina nûçeyan hate astengkirin. Ev dane nîşan didin ku rojnamegerî li qadê bi awayekî fîîlî tê astengkirin û ewlehiya fîzîkî di bin xetereyeke mezin de ye.
 
Zexta darazê kûr dibe
 
Zextên li ser rojnamegeran ne tenê li qadê, li eywanên dadgehan jî berdewam dikin. Di meha Çileyê de 29 dosyayên ku 61 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; bi giştî 3 sal û 9 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li 3 rojnamegeran hate birîn. Di meha Sibatê de 30 dosyayên ku 45 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; bi giştî 6 sal 7 meh û 6 roj cezayê girtîgehê û cezayê pereyan li 9 rojnamegeran hate birîn. Di meha Adarê de 21 dosyayên ku 24 rojnameger jê tên darizandin berdewam kirin; li 3 rojnamegeran 9 sal û mehek cezayê girtîgehê hate birîn.
 
Di çaryeka pêşîn a salê de hejmara rojnamegerên girtî di navbera 26 û 31’an de guherî. Ev rewş nîşan dide ku pêvajoyên darazê veguherîne amûreke bingehîn a tepisandina xebatên rojnamegeriyê.
 
Qada dijîtal di bin dorpêçê de ye
 
Di meha Çileyê de 3 malperên înternetê hatin girtin, xwegihandina 23 nûçeyan hate astengkirin, 458 naverokên medyaya dijîtal hatin rakirin. Di meha Sibatê de xwegihandina 31 nûçeyan û 272 naverokên medyaya dijîtal hatin astengkirin û her wiha 10 biryarên qedexeya weşanê hatin girtin. Di meha Adarê de xwegihandina 6 nûçeyan û 75 naverokên medyaya dijîtal hatin astengkirin. Her wiha ji aliyê RTUKê ve di sê mehan de li gelek kanalan cezayên îdarî hatin birîn. Ev yek jî nîşan dide ku weşangerî rasterast di bin kontrolê de tê girtin.
 
Azadiya çapemeniyê
 
Ev daneyên sê mehên pêşîn ên sala 2026’an radixin ber çavan ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ne tenê di warê hiqûqî de, di heman demê de di warê fîzîkî, dijîtal û aboriyê de jî di bin dorpêçê de ye.
 
3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê, li dijî zext, darizandin, girtin û binpêkirinên mafê jiyanê yên li ser rojnamegerên ku têkoşîna heqîqetê dimeşînin, bangeke bîranîn û berxwedanê ye. Ji bo rojnamegeran azadiya çapemeniyê ne tenê mafekî pîşeyî ye, beşeke bingehîn a têkoşîna gel a ji bo gihiştina heqîqetê ye. Ji ber vê yekê 3’yê Gulanê; wekî roja rojnamegerên ku bedel dane, hatine xwestin werin bêdengkirin lê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedane bi wate ye. Çapemeniya azad bingeha civaka demokratîk e. Dengê heqîqetê nikare were qutkirin.”