Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Muxatab Îmraliye, çareserî Tirkiyeya demokratîk e

  • 14:24 3 Gulan 2026
  • Rojane
 
Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê: Muxatab Îmraliye, çareserî Tirkiyeya demokratîk e
 
ENQERE - Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ku bi boneya xeta ya nû ya têkoşînê civiya, got: “Di navenda nîqaşên me yên têkildarî xeta çalakiyan de statu û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heye. Em amade ne bi rola xwe ya pêşeng rabin. Muxatab Îmrali ye, çareserî Tirkiyeya demokratîk e.”
 
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiyê daxuyanî da. Endamên meclisê tev li civînê bûn. Di civînê de endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku salek berê jiyana xwe ji dest dabû hate bibîranîn. Endamê Meclisa Ciwanan Îbrahîm Akbay di daxuyaniyê de got ku dê xwedî li bîranîna Onder derkevin û têkoşîna wî ya aştiyê bidomînin.
 
Îbrahîm Akbay, bi domdarî Amedspor a derketî Trendyol Super Lîgê pîroz kir û wiha domand: “Em di Super Lîgê de serkeftinê bo Amedsporê dixwazin. Ji ber keda dayin spasiya wan dikin û wan pîroz dikin.”
 
Geşedanên li Rojhilata Navîn
 
Îbrahîm Akbay bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn her tim di navbera hezên Modernîteya Demorkatîk û modernîteya kapîtalîst de têkoşîn hebûye. Rojhilata Navîn cihe ku mifte le hatiyê windakirin e. Rojhilata Navîn şahidiya şerê jin û mêr û hemû têkoşîna civakî ya mirovahiyeyê kiriye. Îro Rojhilata Navîn bû ye qada şerê cihanê yê 3’yemîn. Destwerdanên li Rojava, Filistîn, Lubnan, Iraq û Îranê nakokiyên di navbera hêzên hegemonîk de derxistiye holê. Nirxandina nakokiyên di navbera hêzên serdest û kaosa ji ber van destwerdanan ku mirin û wêrankirinê li ser gel ferz dikin, çarçoveyek bîrdozî ya watedar û rêxistina civakî ya ku li dora wê pêş dikeve, hewce dike.”
 
‘Di navenda xeta me de azadiya Abdullah Ocalan heye’
 
Îbrahîm Akbay di berdewamiyê de balkişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di serdemekê wisa de banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan firsendên mezin derxistine holê. Ciwanên Tirkiyeyê û Kurdistanê ku bi salanê li dijî polîtikayên şerê taybet û bişavtinê têdikoşin ji bo rêxistin kirina civakê xebatên xwe didomînin. Ciwanan ji bo watê bidin van serkêftinan di serî de li ser esasê avakirina netewbûna demokratik a Kurd û demokratîkkirina Tirkiyeyê xeta xwe ya têkoşînê daniye. Li ser vê esasê bi civînên gel û atolieyan xebatên xwe pêk anîne.”
 
Akbay, da zanîn ku ew weke Meclisa Civanan a DEM Partiyê dê ji bo xebatên xwe yê meheke pêş bixin civîneke li dar bixin û wiha pê de çû: “Em ê di meha 15’emîn a pêvajoyê de ji bo pêvajo bi awayekî serkeftî encam bigirê em ê herêm bi herêm, bajar bi bi moral û coşeke mezin belavî Kurdistan û Tirkiyeyê bibin. Bê guman di navenda xebatên me de statu û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dê hebe.
 
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku di serdemekê krîz û kaosê de ji bo hezên demokrasiyê derfetên mezin ava kirinê êdî ne pêkan e ku ji civakê dûr bê hiştin. Rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji aliyê dewletê ve muzakerevanê sereke û ji aliyê gelan ve jî weke Rêber tê dîtin, lê belê dewlet polîtîkayên mijûlkirinê didomîne. Her wiha li Enqereyê bi muzakerevanê sereke nav kirin û Stenbolê jî êrişî posterê dikin. Rola Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji vê fêlbaziyê mezintir e. Bi azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan xitimînê pêvajoyê dikarin derbas bibin. Ji bo demokratîkbûyina civakî, Tirkiyeyeyê û Rojhilata Navîn her wiha heviya sosyaylîzmê êdî tu sebra me ya demekê jî ji Rêberê Gelan Abdullah Ocalan dûr bimînin nemayê.
 
‘Muxatab Îmraliye’
 
Weke Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê em careke din daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re ji raya giştî re parve dikin. Rêya çareseriyê diyar e. Her gotinên li Îmraliyê werin dê heviyan şîn bikin. Ji bo pêşengiya hemû kesên dixwazin bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re hevdîtin bikin em amade ne. Rêya çareseriyê diyar e, di bin tava rojê de gotineke nû tune ye. Muxatab Îmrali ye û çareserî jî Tirkiyeya demokratîk e.”