Ji Piştevaniya Jinan a Sultangaziyê atolyeya parastina cewherî

  • 18:56 3 Gulan 2026
  • Rojane
STENBOL- Piştevaniya Jinan a Sultangaziyê atoleyeya parastina cewherî pêk anîn û li dijî pergala partriyarkal, parastina cewherî nîqaş kirin.
 
Piştevaniya Jinan a Sultangaziyê li Salona Konferansê ya Mala Cemê ya Gazî, bi tevlibûna Hevberdevka HDK û Partiya DEM Partî ya Erziromê Meral Daniş Beştaş atolyeya parastina cewherî pêk anîn. Pankara ‘parastina cewherî dide jiyîn’ li salonê hat daliqandin.
 
Endama MYK’a HDK’ê Esengul Demîr axivî û der barê parastina cewherî de agahî da û balkişand ser kampanyaya parastina cewherî ya HDK’ê. Esengul Demîr daxuyakirin ku ew çiqasd xwe rêxistin bikin wê parastina cewherî jî ewqasî xurt ava bikin.
 
Piştre hevberdevka HDK’ê Meral Daniş Beştaş jî axivî û daxuyakirin ku divê ew serhildanê mezin bikin û divê temaşevan nemînin, têkokîna xwe xurt bikin.
Atolye bi pirs û bersivan bidawî bû.