Li Yezdê welatiya Baheyî Flora Samdanî hate binçavkirin

  • 11:35 6 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê zextên li dijî welatiyên Baheyî didome, hate diyarkirin ku di encama serdegirtina malan de, welatiya Baheyî Flora Samdanî ku li Yezdê dijî hate binçavkirin.
 
Welatiya Baheyî Flora Samdanî ku li bajarê Yezd ê Îranê dijî, di 3’ê Gulana 2026’an de hêzên ewlehiyê bi ser mala wê de girtin û ew binçavkirin.
 
Li gorî agahiyan, hêzên ewlehiyê di dema serdegirtinê de, mala Flora Samdanî lêgerîn kirine û dest danîne ser tiştên wê yên şexsî û li gel xwe birine. 
 
Heta kêliya nûçe hatî amadekirin, sedemê binçavkirinê, sûcên lê tê barkirin û saziya ew binçavkirî de tu daxuyeniyek fermî nehate dayîn.
 
Flora Samdanî berê jî ji ber baweriya olî rû birûyî pêvajoyên binçavkirin û darazê hatibû, hate diyarkirin ku hevjîna welatiyê Baheyî Ehmed Naeîmî ye.