Li dijî êrîşa zayendî meş hat lidarxistin
- 16:47 8 Gulan 2026
- Rojane
AMED - Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li dijî êrişa zayendî li navçeya Pîranê meşek hate lidarxistin û daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Heke zarokek bi salan bi awayekî sîstematîk rastî êrişa zayendî were, li wir ne tenê faîlek heye; li wir saziyên ku wezîfeya xwe nakin û mekanîzmayên parastinê yên ku naxebitin hene.”
Li dibistaneke navîn a navçeya Pîrana Amedê derketibû holê ku Bekir Akbaba yê ku wekî xebatkarê paqijiyê li dibistanê dixebitî, li dijî xwendekarek 13 salî bi qasî du salan êrişa zayendî pêk aniye. Ev nûçe ji aliyê ajansa me ve bi raya giştî re hatibû parvekirin. Zaroka ku bi êrişa zayendî re rû bi rû mabû, di 25ê Nîsanê de rewş ji mamosteyê xwe re got û li ser vê yekê faîl Bekir Akbaba di 26ê Nîsanê de hate binçavkirin û girtin. Malbata zaroka 13 salî di 30yê Nîsanê de ji bo şopandina dozê serî li Baroya Amedê dabû. Piştî ku ev bûyer derket holê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Pîranê li dijî êrişên zaynedî meşeke girseyî hate lidarxistin.
Meş bi dirûşma “Em bi hev re bi hêz in, em ê dengê xwe bilind bikin” pêk hat. Parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn. Girseya ku li navçeya DEM Partiyê kom bû heta Qada Çeşme ya navçeyê meşiya. Girseyê di meşê de pankartên “Bêdengiya li dijî îstîsmarê wîjdana civakê reş dike” , “Jinên ciwan dê hesabê bipirsin” û “Em bêdeng nabin, natirsin û îteat nakin” û dowîzên “Kuştina jinan polîtîk e” û “Ma pîya hêzdar ê” hilgirt û dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “Ne mêran zarokan biparêzin” berz kir. Girseya ku gihişt Qada Çeşmeyê li vir daxuyanî da.
Endama Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Merve Oztûtûş daxuyanî xwend.
Merve Oztûtûş bal kişand ser polîtîkayên bêcezahiştinê û wiha got: “Heke zarokek bi salan bi awayekî sîstematîk bi êrişa zayendî re rû bi rû bimîne, li wir ne tenê faîlek heye; li wir saziyên ku wezîfeya xwe nakin û mekanîzmayên parastinê yên ku naxebitin hene. Her der ji bo zarokan veguheriye cihê sûcî. Divê saziyên peywendîdar dozên îstîsmarê bêyî lebe belê bi awayekî şeffaf lêkolîn bikin.”
‘Li Tirkiyeyê dibistan bûne cihê sûc, tacîz û îstîsmarê’
Dû re Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê Berîtan Guneş Altin jî axivî û bal kişand ser rewşa êrişên zayendî yên li Tirkiyeyê diqewimin û got: “Îro li her derê zarok tên îstîsmarkirin. Li Tirkiyeyê her roj dibistan dibin cihê sûc, tacîz û îstîsmarê. Em tu sûcên li dijî zarokan qebûl nakin. Mekanîzmayên pêwendîdar wezîfeya xwe nakin. Me ev yek di mînakên pitika bi navê Sila û Narîn Gûran de jî dît. Ser sûcên li dijî zarokan tê girtin. Divê cezayên herî giran werin dayîn ku car din sûcên wiha neyên kirin. Birêz Abdullah Ocalan jî ji ber vê yekê li ser sûcên li dijî zarok û civakê disekine.”







