Arzu Kaya ji saziyên jinan alîkarî dixwaze

  • 09:06 14 Gulan 2026
  • Rojane
Derya Ren
 
DÎLOK - Arzu Kaya ku ji aliyê mêrê pê re zewicandî Kadîr Agsar ve tundiya fîzîkî, psîkolojîk û aborî dît, banga piştgiriyê li rêxistinên jinan kir.
 
Tundiya li ser jinan her diçe zêde dibe û di meha nîsanê de 25 jin û zarokek hatin qetilkirin, 14 jin û zarok bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ligel qetilkirinan bi sedan jin bi cureyên cuda yên tundiyê re hatin rû hev.
 
Jinên tundiyê dibînin û serî li cihên têkildar didin jî şûnde dişînin malê. Yek ji van jinan Arzu Kaya ye. Arzu Kaya ji aliyê Kadîr Agsar ve ku pê re zewicandiye tundiyê dibîne, tiryakê pê dide bikaranîn û fihûşê lê ferz dike. Arzu Kaya gilî dike û li ser çapemeniya civakî hewl dide dengê xwe bide bihistin. Piştî vê Kadîr Agsar ji sûcê "Ji qestî birîndarkirin" hat girtin.
 
Arzu Kaya ji ajansa me re axivî û da zanîn ku salek û nîv berê bi Kadîr Agsar re zewiciye û got: “Piştî demekê tundî li min kir. Tiştên din ferz kir. Zorê li min kir. Xwest min bi pereyan bifroşe. Min xwest birevim lê nikaribûm birevim. Min îxbar dikir, diçûm stargehê. Lê dihat ber stargehê. Tundî li min dikir.”
 
‘Tiryakê dida min’
 
Arzu Kaya wiha pê de çû: “Îşkenceyên giran li min kir. Min xwest biçim lê bi kêran ez dibirim hundir. Ez diçûm qerekolê min biryara dûrxistinê digirt lê wî îşkenceyên giran dikir. Fihûşê li min ferz dikir. Min qebûl nedikir, tundî li min dikir. Tiryak dida min. Ez didam xebitandin. Min xwest birevim lê destê min birî. 10 saetan birîndar ez li odeyê dam senikandin. Piştre bir nexweşxaneyê got întîxar kiriye. Ez piştre birim malê. Digot divê konsomatris bikî. Bi jina ku pê re zewicandî ev dikir. Ez birim Taşkopru ya Edenê. Bi zorê alkol da min. Ez ji dest reviyam çûm cem polîs. Lê tu tişek nekirin. Ez birim otogarî û ez hatim cem malbata xwe.”
 
Arzu Kaya wiha pê de çû: “Ez hatim Dîlokê dîsa çûm qerekolê. Di 23’yê Sibatê biryara dûrxistinê hat derxistin. Tehîdên xwe domand. Li her derê got fihûşê dike. Malbata min hedef girt. Ez bi dehan carî çûm qerekolê. Lê mixabin tiştek nehat kirin. Ji ber tiryakê dihatim dermankirin. Lê ez dîsa tehîd kirim. Malbata min tehdîd kir. Li ser vê hat binçavkirin û girtin. Lê dibe ku her kêlî bê berdan.”
 
Arzu Kaya di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyên jinan kir û da zanîn ku ew ji saziyên jinan piştgiriyê dixwaze.