Li Mûşê ji bo Mîtînga Azadiyê stand hat vekirin

  • 16:34 23 Hezîran 2026
  • Rojane
MÛŞ - Platforma Saziyên Demokratîk li Mûşê standek danî da ku banga beşdarbûna "Mîtînga Azadiyê" ya ku dê li Wanê ji bo Abdullah Öcalan were lidarxistin bike.
 
Platforma Saziyên Demokratîk a Mûşê li kêleka avahiya Şaredariya Mûşê standek danî da ku banga beşdarbûna "Mîtînga Azadiyê" ya ku dê roja Şemiyê, 27'ê Hezîranê, li Qada Nevroza Wanê were lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bike.
 
Welatiyan eleqe nîşanî standê dan û gelek caran banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û gavên ku ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk werin avêtin hat kirin. Welatiyên ku hatin standê navên xwe di lîsteyan de ji bo veguhestina mîtînga li Wanê qeyd kirin.