Li Dîlokê zarokek hat qetilkirin
- 15:14 26 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dîlokê xwendekarekî, xwendekarekî ku li heman dibistanê bi hev re dixwendin bi alava jêkirinê qetil kir.
Li navçeya Şahînbey a Dîlokê li Lîseyek Anadoluyê di navbera xwendekaran de şer derket. Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin, di şerê ku hat kirin de xwendekarê pola 12'an xwendekarekî pola 10'an bi alava jêkirinê qetil kir.







