Konferansa ziman bi biryarên girîng bidawî bû

  • 18:04 28 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi dirûşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Amedê tê lidarxistin bi girtina biryarên girîng bi dawî bû. Di konfransê de biryara avakirina “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” hat girtin.
 
Konferansa ku Saziyên Zimanê Kurdî bi diruşma ‘Ji statuyê heta perwerdehiyê, ji bo muzakereyê çarçoveyeke nû’ li Çand Amedê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê dar dixin û îro di roja duyemîn berdewma dike. Di bernameyê de gelek endamên û rêberên partiyên siyasî, bi sedan nûnerên saziyên sivîl ên civakî û endam û rêveberên saziyên ziman ên ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine, tev li konferansê bûn. Li konferansê pankartên bi zaravayên kurmancî, kirmanckî û soranî yên Kurdî û pankarta ‘Hezkirina ziman hezkirina welat e, hezkirina welat hezkirina xwebûnê ye’ hatin daliqandin. Konsferans bi pêşniyaran bi dawî bû.
 
‘Divê em pêşî ji bo guhertina zîhniyetê li ser ziman xebatan bikin’
 
Mamosteyê Zimanê Kurdî yê zaravayê Kirmanckî Zekî Peker anî ziman ku dewletên dinyayê yên herî li paşmayî bi awayekî dîktatorî tên birêvebirin û bi lê kir ku kar û barên xwe bi vî şêweyî dimeşînin û wiha qal kir: “Lê divê em meseleya zimanî bi tenê ji dewletê re nehêlin. Divê em bi awayekî demokratîk ji bo ziman bixebitin da ku ziman ji xetereyê rizgar bibe. Em dizanin ku niha pêvajoyek heye û em hêvî dikin ku ev pêvajo bi serkeftî pêşve biçe. Tiştekî din jî meseleya zîhniyetê ye. Divê em pêşî ji bo guhertina zîhniyetê li ser ziman xebatan bikin. Niha li vir ji bo rizgarkirina zimanî 2 metod hene. Yek ji jor de ye, yek jî ji jêr de ye. Em dizanin ku ew a jorîn bi dewletê ve girêdayî ye, yanî bi aliyê qanûnî ve. Ew a jêrîn jî bi me ve girêdayî ye, hewcedariya wê bi qanûnan nîne û divê em bi awayekî lezgîn dest bi xebatan bikin. Em dizanin ku li gorî beriya 20 salan rewşa zimanî hinekî baştir bûye, wekî mînak kurmancî li gorî zazakî (kirmanckî) bi pêş ketiye, lê rewşa zazakî hîn xerabtir e û li paş maye. Divê em ji bo zazakî cudahiya pozîtîf (erênî) bikin. Her wiha, em zazakî li gorî kurmancî û soranî hinekî kêm dizanin, ji ber vê yekê divê em ji bo zazakî cudahiya pozîtîf bikin”
 
‘Bi sedan sazî mihatabê vê biryarê ne’
 
Mamosteyên Zimanê Kurdî Murat Bîlgîç jî anî ziman ev mijara ziman bi tenê li ser saziyan nabe û got ku divê herkes lê bibe xwedî û wiha axivî: “Zimanekî polîtîkayên wê û stratjiya wê tune be ew ziman weke ku li ber bayê ye û ew ê biçe. Ji hêviyê me wê bêhtir em dikarin li ser zimanê xwe bixebitin, em ê çi bikin? Li beramberê wê keda ku hatiye dayin gelo em dikarin bêjin me ji bo ziman çi kiriye? Heke plansaziyê wê neyên kirin, ew ê ev konferans dawî ya wê çawa be? Yan jî ji bo hat kirin? Ji bo ku hin tişt bikevin meriyetê ji bo me plansazî lazim e. Ger ku zimanê me di vê rewşê de be, me zimanê xwe bê prestij kiriye û hiştiye. Ji bo prestîja ziman divê hewldan a bilindkirin be. Bi sedan sazî mihatabê vê biryarê ne. Di hin cihan de dibe hin biryarên neyênî jî bikar bînin. Çima û çawa di plansaziya ziman de dikeve dewrê. Xeta esasî ev e, biryara ku nirxandina wê neyê kirin, ew weke tune tê hesibandin. Dema ku me van biryaran girt em dikarin biryarên xwe pêk bînin. Hin tişt hene ku bi karê saziyan nîne, hin tişt hene ku karê hemû kesî ye. Xebatên ku nîvco dimînin ji me tiştek dimîne. Xebata ku hatibe kirin, ew digihêje encamê. Carinan plansaziya diçe ku li birokrasiyê jî diqelibe.”
 
Biryaryarên di dawiya konserasê de hatin girtin ev in:
 
“1-Hefteya 15 Gulanê dê wek festivalê bê pîroz kirin. Di vê hefteyê de tu bernameyên ku 15 Gulanê di bin bandora xwe da bihêle dê neyê amade kirin.
 
2-Ji bo pêşxistina zindî kirina ziman dê 2 salan carek konferansek bê li darxistin.
 
3-Ji bo ku saziyên ziman di bin banekê de bên rêxistinkirin û xebatên hevpar bimeşînin bi navê “Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî (KSZK)” konfederasyonek bê avakirina.
 
4-Ji bo ku zimanê kurdî li Kurdistanê bibe zimanê yekemîn hemû nivîsên rêxistinî yên navxweyî yên navbera sazi û dezgehên me bi kurdî, heke pêwîst bike li gorî rewşê ji bo tirkî jî bê wergerandin.
 
5-Ji bo sazûmanî û domdariya kar û barê folklorê bi hevkariya rêveberiyên xwecihî (di bin banê daîreyên ziman de wekî gerînendetiya xebatên pêşvebirin û berbelavkirina zimanî) bê kirin.
 
6-Her sazî û dezgehên welatparêz ji bo xebatên ziman divê ji butçeya xwe butçeyek ji bo xebatên ziman veqetîne.
 
7-Sazî divê ji bo karmendên xwe yên bi kurdî nizanin û ên kêm zanin di asta nivîsînê de qelsin li gor asta wan divê atolyeyên zimanî yên mecbûrî organîze bikin.
 
8-Malperên fermî yên saziyan, hesabên medyaya civakî û daxuyaniyên ji bo çapemeniyê divê di rêza yekem de bi kurdî bin. Zimanên din tenê wekî alternatîfên wergerê li pişt kurdî cih bigirin.
 
9-Ji bo avakirina dibistaneke online xebat bên destpêkirin.
 
10-Navên sazî, dezgeh, kûçe, kolan, park û hwd. peyzaj ango kurdîkirina bajêr bê kirin.
 
11-Em bikaranîna kurdî wekî pîvana temsîla siyasî bi nav dikin, kî bixwaze kurdan temsil bike, divê hînê kurdî bibe.
 
12-Ji bo avakirina toreke berfireh a zimanê kurdî ku derdorên cuda jî tê de cih bigirin, hewldan bên destpêkirin.
 
13-Rêveberiyên xwecihî di konferansa xwe ya giştî de di derbarê ziman û perwerdehiyê de hin biryaran girt. Mînak; wekî avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî, gerînendetiya pêşvebirin û parastina zimanê kurdî û yekeyên pêşvebirin û parastina zimanê kurdî / Vekirina kreş, navendên zarokan, odeyên lîstikê û zarokîstanan (pêşdibistanan) û hwd. Mînak; Avakirina serokatiya daîreya pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Di heman demê de jî gerînendetî û yekeyên pêşvebirin û belavkirina zimanê kurdî. Divê kanaleke xwerû çandî bê vekirin.
 
14-Ji bo ku Kirmanckî/Zazakî di bin serdestiya Tirkî û siya Kurmancî de nemîne, divê; Televizyoneke xweser ya mîna Jiyan TV yan jî garek din ji nû ve were vekirin. Divê akademî û weqfeke xweser ya bi zoravayê Kirmanckî were vekirin, di heman demê de ji bo Kurmancî jî. Karê standardîzekirina zimên serdest be.
 
15-Ji bo prestîja ziman divê bibe zimanê jiyanê anku zimanê bazarê. Ya din jî kesên ku dinivîsin bibin pêşengên civakê divê zimanê herêmî ya standard û xwediyê belgeyên saziyên ziman bin.
 
16-Di konferansa rêveberiya herêmî de ji her qetandina daireyan a çand û ziman divê bê kirin. Dîsa ji bo ziman bi prestîj bibe divê saziyên zimanê kurdî esas bên girtin, aboniyeke xurt jê re bê veqetandin.
 
17-Divê cihê saziyên ziman ku lê hene divê li navçeyên wan bajaran jî bên vekirin.”
 
Konferans di roja duyemîn de bi dawî bû.