Ji mîtînga Stenbolê bang kirin: Divê mîmarê aştiyê azad bibe

  • 09:05 30 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Di "Mîtînga Azadiyê" de daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin û jinan diyar kir ku divê dewlet êdî gavên berbiçav bavêje.
 
Bi pêşengiya Platfroma Saziyên Demokratîk li Stenbolê Mitînga Azadiyê hat lidarxistin. Mitîng li Qada Baxcilarê bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad Ber Bi Azadiyê ve Dimeşin” hat lidarxistin. Ji danê sibehê ve li gelek bajarên derdorê Stenbolê gelek kes hatin Stenbolê. Mitîng bi tevlibûna hezaran kesan bi coş dest pê kir. Bi hezaran kes bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li mitînge bûn. Hezaran kes bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî Serok Apo” ketin qada mitîngê. Parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî û hezaran welatî tev li mitîngê bûn. 
 
Jinên ku beşdarî Mîtînga Azadiyê bûn hest û ramanên xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re anîn ziman. 
 
'Em ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin'
 
Vatha Alan, diyar kir ku ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadî dixwazin û ji ber vê yekê beşdarî mîtîngê bûne û wiha nêrînên xwe anî ziman:  "Em aştiyê dixwazin û em dixwazin rêberê me û hemû girtiyên me serbest bên berdan. Em dibêjin aştî, lê ew naxwazin. Em bawer dikin ku aştî dê were. Em hemû mafên xwe dixwazin. Em hem ji bo jinan hem jî ji bo gelê xwe azadiyê dixwazin."
 
Bi têkoşînê ve ber bi nasnameyê ve
 
Tevî temenê xwe û germahiya zêde, Netîce Aykoç ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan hatibû mîtîngê, diyar kir ku "Ew qala avêtina gavan dikin, lê wan gavek jî neavêtine. Ez hêvî dikim ku van rojan gavek were avêtin. Li her derê şer û koçberî heye. Ger serkeftin hebe, ew ê ji bo me hemûyan pir baş be. Rojekê em ê agahiyên baş bistînin. Zarokên me diçin derveyî welat û diçin girtîgehan. Her cûre zehmetî hene. Gelê me gelek zehmetî kişandiye. Vê têkoşînê rehetî da me, nasname da me. Lê ew girtî ne. Em niha azadiya wan dixwazin."
 
Kedkara malê Evîndar Deyîn tevlî Mîtînga Azadiyê bû banga pêkanîna aştiyê kir û got: "Armanca me aştî ye. Em nizanin dê çi bibe, lê hêviyek me heye." 
 
Ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê
 
Karkera bi navê Sîdar Cansevgîlî, jî hest û ramanên xwe wiha anî ziman: "Em ji bo wekheviyê li vir in, Em dixwazin îkdîdar ji bo pêkanîna aştiyê gav bavêje. Em dixwazin cudakariya di nava ziman, netew, bawerî û al de rabe û em bi hev re bijîn. Kesek nikare fikr û ramanê xwe azad bîne ziman. Girtî ji ber ku aştî û edaletê daxwazin girtî ne. Jiyana di nava aştiyê de divê ne zehmet be. Ne tenê ji bo Gelê Kurd, ji bo hemû gelan aştî û demokrasî hewce dike. Niha Abdullah Ocalan ji bo ji bo welatek demokratîk û ji bo Tirkiyeyê çi ji destê wî tê dike."
 
'Divê hikûmet gavekê baveje'
 
Endama Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Fadîk Temîzyurek jî axivî û bal kişand ser çêkirina qanûn û mafan: "Têkoşîna demokrasiyê têkoşîna tevahiya civakê ye. Wekhevî bi mafên destûrî û bi hemwelatîbûna wekhev pêk tê. Ji ber vê yekê em li vir in. Bê guman, ne tenê ji bo Gelê Kurd. Ev demokrasî ji bo her kesê ku li vî welatî dijî, ji bo her kesê ku li cîhanê dijî pêwîst e. Ji bo hemû mirovahiyê pêwîst e. Ger demokrasî hebe, têkoşîna karkeran, têkoşîna jinan, mafên zarokan, mafên kevanê, mafên ciwanan dê werin misogerkirin. Aştî û demokrasî ji bo me hemûyan pêwîst in. Gelê Kurd dikare çi bêtir bike? Gelê Kurd her tiştê ku pêwîst bû kiriye. Abdullah Ocalan dikare çi bêtir bike? Ji bo aştiya welat gav avêtiye Di vî warî de bê guman hikûmet, AKP û dewlet jî hewce ne ku gavekê bavêjin."
 
'Em dixwazin azad bijîn'
 
Sema Buyukyaşar jî wiha ji ajansa me re axivî: "Ji bo aştî û azadiyê li qadan cih girtine. Ji bo mafê jinan û azadiya Abdullah Ocalan tevlî mîtîngê bûne. Aştî ji bo her kesî girîng e. Li gorî min Abdullah Ocalan rêberek e û tevahiya cîhanê bandor dike bi rêbertiya xwe. Bi saya Birêz Abdullah Ocalan dê aramî pêk bê. Em dixwazin azad bijîn."
 
Aştî, edalet û wekhevî
 
Karkera paqijiyê Hulya Tarf jî da zanîn ku aştî û azadî daxwaza her kesî ye û wiha bi lêv kir: "Beyî azadiyê tiştek nabe. Ez di vê baweriyê de me ku kurdan baş nas nakin. Naxwazin kurd bighije mafê xwe û fikr û ramanê xwe bîne ziman. Fikrên Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê ye. Ne tenê ji bo Gelê Kurd e. Bila aştî, edalet û wekhevî bê welat. Jin û zarok neyên kuştin. 
 
Li Tirkiyeyê têkoşîna aştiyê
 
Anî Arî ya ermen jî di axaftina xwe de bal kişand ser hewcedariyan û wiha axivî: "Demokrasî bi hiqûqê pêkan e. Azadiya Tirkiyeyê tenê bi azadiya Rêbertiyê pêkan e. Em her roj bi kuştina jinan re şiyar dibin. Li dijî zîhniyeta serdestiya mêr divê perwerde bê dayîn, li dijî feodalîzmê perwerdê hewce dike. Hewcedariya Tirkiyeyê bi demokrasî, hiqûqê heye, piştre dê azadî pêk bê. Têkoşîna aştiyê ne tenê meseleya Kurdan e. Ne tenê pirsgirêka kurd e. Pirsgirêka wî welatî ye."