ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 2 Tîrmeh 2026
  • Rojev
 
* Şaredariya Agiriyê xebatên jinan ên ku di dema qeyûman de ji holê hatibûn rakirin ji nû ve ava dike. Bi Midûriyeta Polîtîkayên Jinan û Navenda Piştevaniya Jinan a Zîn, piştgiriya hiqûqî, civakî û psîklojîk ji bo jinan tê dayîn û ji bo jin bibin xwedî gotin li taxan piştevaniyê dihûne.
DÎMEN HEYE 
 
* Mexazeya Piştevaniyê ya Kezî ku sala borî di meha qanûnê de di bin banga Şaredariya Cizîrê de hat vEkirin, ji wê rojê heta niha piştgirî da 550 malbatî. DÎMEN HEYE 
 
* Nivîskar û akemîsyen Yildiz Onen der barê çarçoveya hiqûqî ya tê plankirin di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bê kirin û sererastkirinên qanûnî de axivî û got: “Em îradeya ku Abdullah Ocalan, DEM Partî û PKK’ê nîşan daye dibînin. Lê hikûmetê di vê mijarê de hîna gav navêtiye. Divê hikûmet wê îradeya siyasî nîşan bide.” DÎMEN HEYE 
 
* Ji Girtîgeha Sîncanê, jinan derbarê têkoşîna Zeynep Kinaci, Sema Yuce û Fîlîz Yerlîkaya de nameyek ji ajansa me re şandin û gotin: "Zîlan bi çalakiya xwe bû zimanê gelên bindestan. Sema, di zindanê de li dijî îxanetê bedena xwe kir mertal û Gulan jî di dil û mêjiyê jinan de bû sembola wêrektiyê."