Malpera ajansa Welat û Azadiya Welat hatin astengkirin
- 10:11 2 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Malpera ajansa me û malpera rojnameya Azadiya Welat ku bi zimanê Kurdî weşanê dikin, hatin astengkirin.
Malperên ajansa me Ajansa Welat (AW) û rojnameya Azadiya Welat, ji aliyê Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Agahdariyê (BTK) li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê hatin astengkirin.
BTK'ê bi dîroka 1'ê Tîrmeha 2026'an û hejmara 490.05.01.2026-748334'an der barê ajansa me de, bi heman dîrok û hejmarê 490.05.01.2026-748335an jî der barê Azadiya Welat de biryara astengkirinê da.
Hesabê Xê jî yê ajansa me hate astengkirin
Her wiha li aliyê din hesabê Xê yê Ajansa Welat jî li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate astengkirin. Ev cara sêyemîn e hesabê me yê X'ê tê astengkirin.







